Breaking News
Rojbûna 75 Salîya Beşîkçî û Salvegera Weqfê

Rojbûna Beşîkçî û Salvegera Damezirandina Weqfê Hate Pîrozkirin

Salvegera diduyan ya damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ku li heman demê roja jidayikbûna Mamoste Beşîkçî ye (01,07,2014) li Stenbolê salona weqfê hate pîroz kirin.

Li şeva pîrozbahîyê gelek kesayetên Kurd yên serbixwe, endam û rêvebirên sazî û dezgehên sîyasî û civakî beşdarî kirin.

Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz û rêvebirê weqfê Ahmet Onal bi Kurdî û Tirkî kar û xebatên ku li ser navê weqfê di salekê de hatine kirin parve kirin.

Her wiha pirtûkçeyeke ku xebatên weqfê yên sala 2013 hatibûn ragihandin li şevê ji beşdaran re hate belav kirin.

Li şeva salvegera diduyan ya weqfê hate ragihandin ku 16 pirtûkên Beşîkçî ji nû ve hatine çap kirin, bi navê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî beşdarîya fûarên pirtûkan yên Amed û Stenbolê hatiye kirin, li Stenbol, Amed, Hewlêr û Meletîyê konferans li ser navê Beşîkçî hatine saz kirin, pirtûkxaneya weqfê hatiye dewlemend kirin û li avahîya weqfê bixwe jî di maweya salekê de gelek çalakî û civînên kulturî, sîyasî û akademîk pêk hatine.

Rêvebirên weqfê li şeva rojbûna Mamoste Beşîkçî dîyar kirin ku ew amadekarîyê dikin bi navê Civaknas Îsmaîl Beşîkçî li zanîngehên Tirkîye û Kurdistanê beşên taybet werin vekirin.

Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz got, wan li Amedê milkek standiye ku dixwazin bikin şaxekî weqfê û li serdana Başûrê Kurdistanê jî karsazekî Kurd li hewlêrê xanîyek dîyarî weqfê kiriye ku ewê li sala 2014 wir jî bixin xizmeta weqfê.

Gurbuz, li ser bexşên dilxwazên weqfê jî rawestîya û da zanîn, ew hemû bexşên ji bo weqfê tên berhev kirin li hisabekî bankayê digirin ku piştî ji nav derxistina lêçûnên weqfê bi mebesta mayînadebûn û berdewamîya sazîbûna weqfê ew dixwazin li rojên pêş li ser navê weqfê milk bistînin da ku karibe xwebixwe fînanse bike.

Piştî axaftinên rêvebirên weqfê bi minasebeta şevê Mamoste Beşîkçî jî axaftineke kurt ya spasîyê kir.

Şeva pîrozkirina rojbûna Beşîkçî, ligel pêşkêşvanîya Keremo bi stranên hunermend Diljen Ronî berdewam kir. Nûçexane / Stenbol

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …