Gates: Em bi çavekî dostane li Herêma Kurdistanê dinêrin

Spread the love

Hewlêr, 8 Nîsan (AKnews) – Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Robert Gates, di serdana Hewlêrê de, got, “Washington bi çavekî dostane li Herêma Kurdistanê dinêre.”

Li gorî nûçeya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Parastina DYAyê Robert Gates, îro ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de, rewşa Iraqê piştî vekişîna hêzên Amerîka, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîka hat nîqaşkirin.

Gates, girêdana DYAyê bi rêkeftinên ku navbera Iraq û Amerîka de hatine îmzekirin, anî ziman û derbarê têkiliyên Herêma Kurdistan û Amerîka de jî got, “Washington bi çavekî dostane li Herêma Kurdistanê dinêre û dê li ser vê yekê jî, israr bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî, spasiya Amerîka bo azakirina gelê Iraqê ji destê dîktatorê berê kir û bi rêzkirina pirsên asê yên navbera Hewlêr û Bexdayê de, xwest, ev pirsgirêk di riya destûra bingehî a Iraqê re bên çareserkirin.

Barzanî, diyar kir, tu gefek cidî li dijî sîstema demokratîk a Iraqê nîne û ligel ku hinek arîşeyên siyasî hene, lê îradeyek bihêz jî, di hewla çareseriyê de ye.

Gates, îro, danê sibê ji Bexdayê gihîştibû Hewlêrê û li Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê ji bal Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih, Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve Felah Mistefa û Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Caefer Mistefa hatibû pêşwazîkirin.

sm (AKnews)

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.