Yekem helbesta kurdî

Spread the love

Di salên 1800 de li gundê Hezarmerd ê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê helbesta “Hurmizgan” a li ser çerm hatî nivîsandin hat dîtin û bi awayî ew wek yekem helbesta Kurd ya nivîskî tê qebûlkirin.

Yekem helbesta nivîskî a Kurdan a ku komkujiya artêşa Îslamê bi serê Kurdên Zerdeştî anî vedibêje, li gundê bi zaravayê Kurdî Hewremanî hatî hatiye nivîsandin.

Peyva Hurmiz ji bo danasîna hêza başiyê ya Ahura Mazdayê ya di baweriya Zerdeştiyê de tê karanîn. Hurmizgan ango mala Hurmiz.

Resena helbestê û û Kurmanciya wê wiha ye:

Hurmizgan riman, Atiran kujan

Agirê agirdankan temirandin

Wişan şardewe gewrey gewrekan

Mezin û giregiran xwe veşartin

Zorkar ereb kirne xapûr

Zordarên ereb her derê wêran kirin

Ginay paleyi heta Şarezûr

Gihişti heta bajarê Şarezûr

Jin û kenikan we dil beşina

Jin û keç bi dîl birin

Mêrd aza tli we ruy hwêna

Mêrên çeleng di nava xwînê de hiştin

Reweşti Zerdeşt manuwe bêkes

Rêz û rêçikên ayîna Zerdeşt bê bandor maye

Bezeyika neka Hewrmez we hwichkes.

Dilê Ahura Mazda bi tu kesekî neşewitî

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.