Li ser mezelê gerîlayê PKK’ê alaya Tirkiyê hilda

Spread the love

Nûçexane – Li bajarê Mûş’ê bavê Gerîlayekî bi navê Servet Arslan ku di pevçûneke bi artêşa Tirkiyê re de jiyana xwe ji dest dabû Mehmet Arslan nerazîbûna xwe ya ji bo kuştina serbazê artêşa Tirkiyê ji hêla gerîlayên PKK’ê ve nîşan da û alaya Tirkiyê li ser mezelê kurê xwe hilda.

Li gor nûçeyeke ku li medyaya Tirkiyê hatiye belavkirin, bavê gerîlayê PKK’ê Mehmet Arslan, li ser kuştina serbazê Tirk pir hêrs bûye û li ser mezelê kurê xwe Servet Arslan ku ji alîyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatibû kuştin alaya Tirkiyê hildaye û ji bo şerê ku berdewam dike gotiye, ‘Kurê min mir. Bila yêk kesekî din nemire. Me rojên gelekî zehmet dîtin. Êdî bes e…’ Mûş