Serokê PE Martin Schulz: Qileban felaketek e

Spread the love

Nûçexane – Serokê Parlamentoya Ewrûpayê (PE) Martin Schulz derbarê komkujiya Roboskê de got: “Em rast baxivin, Qilaban felaketeke. Ne karê mine ez destlêwerdana karûbarên Tirkiyê bikim, lê tiştên bi navê xizmên mexdûran bê gotin, wê ji bo kêmkirina vê vekêşanê bi sûd be.”

Martin Schulz ji kanala CNNTurk a Tirkiyê re axivî. Li ser pirsa şîroveya we ya derbarê komkujiya Roboskê de û gelo wê di rapora we ya bê de cih bigre, Schulz got: “Niha pir zû ye ez tiştekê bêjim. Ez ne nivîserê raportê me. Lê bê guman tiştek wisa giring, me jî eleqedar dike û di rapora YE’yê yê derbarê Tirkiyê de wê cih bigre. Rewşeke  ku sîvîl di operasyonên leşkerî de bandor bûne. Em rast rûnin û baxivin, Qilaban felaketeke. Ne karê mine ez destlêwerdana karûbarên Tirkiyê bikim, lê tiştên bi navê xizmên mexdûran bê gotin, wê ji bo kêmkirina vê vekêşanê bi sûd be.”

Serokê PE’yê wiha bersiva pirsa derbarê BDP meseleya Roboskê dibe dadgeha navneteweyî ya dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê de, gelo ne mijareke ku YE’yê eleqedar bike?; “Bila şaş neyê fêmkirin. Agehdariyên têrker di destê min de nîne. Sedî sed wê agehdariyên têrker ji min re bên dayîn. Dema ev agahî gihan destê min, ezê dîtina xwe bênim ziman. Tekoşîna li dijî terorê meseleyekî ciddî ye. Her welat xwediyê wê yekê ye welatiyên xwe biparêze. Mafê sivîlan ji aliyê terorîstan ve tê binpêkirin. Ji ber vê sedemê em di rewşekî wisa de ne ku tam çi çêbûye. Ez dixwazim vê dûbare bêjim. Ger rewşek ya kuştina sivîlên bê guneh hebe, divê her hikûmet êşa ku mexdûran kêşayî li ber çavan bigre.”

Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Martin Schulz derbarê girtina rojnamevanan a bi îdiaya terorîstî jî axivî û got: “Despêkê di bingeh de terorîst çawa tê pênasekirin cih digre. Ev mijar kengê bê vê derê tê nirxandin. Ji ber wê yekê di çavkaniya pirsgirêkek ku pênaseya terorê ya net heye de, ger li holê şîroveyek zelal a ji bo vê pênaseyê hebe, wê demê wê mafê polîs û dadgehê hebe ku çend kesan bigre. Min ev mijar ligel serokkomar Abdullah Gul û serokwezîr Recep Tayîp Erdogan jî behs kir.” Kurdî: Rûdaw