Necdet Ozel: Di nav kesên li Roboskî hatin kuştin de PKK’yî jî hebûn

Spread the love

Nûçexane – Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Necdet Ozel ku, piştî Komkujiya Roboskîyê ji alîyê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hatibû pîrozkirin, îdia kir ku, di nav kesên di Komkujiya Roboskîyê de hatine kuştin de gerîlayên PKK’ê jî hebûne û wê ev di rojên pêş de derkeve holê.

‘Raya giştî ji windayîyên mezin re amade be û Amerîka jî rê bide em karin PKK’ê ji Qendîlê rakin’

Serfermandarê Giştî Necdet Ozel doh bi şandeyeke Partîya Yekîtiya Mezin (BBP) re civîya. Li gor daxûyaniyên şandeya BBP’ê ku di medyaya Tirk de hate belavkirin, Necdet Ozel di derbarê ketina Qendîlê û babetên din yên derbarê pirsa PKK’ê de agahî bi wan re parve kirine. Ozel, ji bo ketina Qendîlê û ji holê rakirina hêzên PKK’ê dibêje,  heke raya giştî ya Tirkiyê ama de be ji windayîyên zêde re û Amerîka jî rê bide em xwedîyê wê hêzê ne ku wan ji wir derxin.

‘Di nav qurbanîyên Roboskîyê de PKK’yî hebûn’

Ozel her wiha li ser Komkujiya Roboskîyê jî gotinên balkêş bilêv dike û îdia dike ku, di nav kesên hatine kuştin de PKK’yî hene û di demên pêş de wê ev jî derkeve holê.