Nijadperestên tirk Î.Halîl Baran bi kuştinê tehdîd kir

Spread the love

Nûçexane – Nijadperestên tirk di van rojên dawî de, bi rêya înternetê êrîşên xwe yên li dijî rûpelên Facebook’ê yên kesayetîyên nas yên kurdan û malperên kurdî û Kurdistanî zêde kirin.

Rûpela Facebook’ê ya Îbrahîm Halîl Baran ku, rojane boçûnên li ser rojeva kurdan belav dike, rastî bertekên nijadperestan tê û li gor ku Îbrahîm Halîl Baran îro bi rêya tweeter’ê belav kir, maîl û peyamên mîna;  “biji jitem”, “kelleni alacağız – Emê serê te hilkin”, “seni her türke s…ceğiz – Emê te bi tirkan bidin …?” hatine şandin û bi kuştinê tên tehdîd kirin.

Îbrahîm Halîl Baran ku rûpela wî ji alîyê bêhtirî 10 hezar kesan ve bi baldarî tê şopandin, di van rojên dawî de bi piranî boçûna xwe ya li ser daxwazên serxwebûna Kurdistan Bakur jî tê de, desteserkirina mafên kurdan ji alîyê dewleta Tirkiyê ve tîne ziman û bilêv dike ku, dewleta tirk ya mêtînger divê ji Kurdistanê were qewirandin. Nûçexane