Cemîyeta Rojnamevanan beşa pêşbazîya Rojnamevanîya Kurdî vekir

Spread the love

Nûçexane – Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) ku navenda wê li Amedê ye, kurdî jî xiste nava pêşbaziya nûçeyên salê. Rojnemevanên ku bi kurdî dinivîsin, dikarin bi nûçeyên xwe yên girîng ji bo xelatê serlêdan bikin.

Di demên dawî de prestîja kurdî ya di qada medya û raya giştî ya Tirkiyeyê de her diçe zêdetir dibe. Hejmara rojne, televîzyon, kovar, radyo û malperên kurdî jî her roj qat bi qat zêde dibin. Bi taybetî jî li Amedê hema hema buro û nûçegihanên hemû medyaya kurd heye. Bi taybetî jî medyaya Başûrê Kurdistanê giraniyeke mezin dide Amedê. Di van salên dawî de Kurdistan TV, Gelî Kurdistan, KNN, Spêde TV û Kurd1’ê li Amedê buroyên xwe vekirin. Her wiha Rûdaw, AKnews, PNA, Radyoya Dengê Amerîka, Radyoya Dengê Rûsya jî li Amedê nûnerên xwe bi cih kirine. Jixwe Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, NewePel û gelek rojname û kovarên din ên bi kurdî li Amedê weşana xwe didomînin. Dema mirov TRT6, Dünya TV, Denge TV û Dîjle TV jî li van qenalan zêde bike, mirov dibîne ku hejmara rojnamevanên medyaya kurd ên li Amedê, hema hema bi qasî medyaya tirk hene.

Ji ber vê yekê jî Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) ku navenda wê li Amedê ye, kurdî jî xiste nava zimanên pêşbaziya rojnamevaniyê. GGC ku hersal “Pêşbaziya nûçeya herî baş a salê” dide destpêkirin, îsal kurdî jî xiste nava pîvanên pêşbaziyê. Rojnamevanên ku bi kurdî dinivîsin û bernameyên bi kurdî çêdikin, dikarin di beşa zimanê kurdî de tevli pêşbaziyê bibin û xelatên xwe werbigrin.

Serokê GGC’ê Veysî Îpek, derbarê armanca avakirian beşa kurdî ya pêşbaziyê de ji Rûdawê re axivî. Îpek, bal kişand ku di salên dawî de kurdî jî ketiye nava zimanên ku zêde tên tercîhkirin û wiha got: “Bi taybetî jî li Başûrê Rojhilat, di serî de TRT6 gelek qenalên kurdî hene. Bi taybetî jî medyaya Herêma Federal a Kurdistanê û ya li Tirkiyeyê hejmara wan zêde ye. Ji Azadiya Welat bigrin, heta gelek ajans, rojname û televîzyon bi kurdî weşanê dikin. Gelek endamên cemiyeta me jî di van televîzyon û rojnameyan de dixebitin. Li gorî min kurdî layîqê vê yekê ye. Em hêvî dikin kurdî bibe zimanê aştiyê û demokrasiyê.”

Hêjayî gotinê ye heta 7’ê îlonê di beşa nûçeyên rojname, radyo, televîzyonan de rojnamevanên kurd jî dikarin serlêdan bikin û tevli pêşbaziya nûçeyên kurdî bibin. Maşellah Dekak / Rûdaw