Ajansa Nûçeyan Kurdistan (AKnews) ji ber bêderfetîyê xwe biçûk dike

Spread the love

Nûçexane – Birêveberê AKnewsê ragihand ku ji ber nemana îmkanên madî, AKnews dê gelekî bê biçûkkirin. Bedran Hebîb got, “Ji ber nemana îmkanên madî, me biryar da AKnews gelekî bête biçûkkirin.”

Hebîb got, “Piraniya rojnamevanên me karê wan ê din heye û wek part time li ba ma kar dikin.”

Hebîb axaftina xwe wiha domand, “Ji niha û pê ve em ê pişta xwe bi wan rojnamevanan girê bidin ku ti karê wan ê din nîne û mûçeya AKnewsê tek dahatê wan e.”

AKnews di 20ê cotmeha sala 2008an de hate avakirin, avahiya wê ya serekî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ye, dehan peymanêrên wê li beşên din ên Iraqê û welatên derve hene.