Ajansa Nûçeyan Kurdistan karê xwe rawestand

Spread the love

Nûçexane – Ajansa Nûçeyan Kurdistan ku di sala 2009’an de bi awayekî pirzimanî dest bi weşana xwe kiribû bi daxuyanîyeke ku îro (30 Îlon 2012) li ser malpera xwe belav kir, dawî li weşana xwe anî.

Ji ajansê hate ragihandin ku, ji ber bêderfetîya aborî ev gav hatiye avêtin û niha tu pêwendîya vê ajansê bi Dezgeha Aras re nemaye. Hêjayî gotinê ye, AKnews’ê berîya niha jî hêdî hêdî ber biçûkbûnê ve diçû û di encamê de jî karê xwe bi tevahî rawestand.