Banga azadiya rojnamevanên girtî

Spread the love

Nûçexane – Enstîtuya Navnetewî ya Çapemeniyê, Komîteya Netewî ya Tirkiyê, Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê û Platforma Azadî ji bo Rojnamevanan, bang li hikûmeta AKP’ê kirin ku rojnamevanên girtî bêne azadkirin.

Li gorî nûçeya bianet.org’ê, nûnerên Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ), Komîteya Netewî ya Tirkiyê ya IPI’yê, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) ku endamê EFJ ye û Platforma Azadî ji bo Rojnamevanan (GOP), daxuyaniyek hevpar dan û girtîbûna 77 rojnamevanan a bi hinceta ‘terorê’, şermezar kirin. Rêxistinên çapemeniyê fikarên xwe yên mezin ên li ser zextên li hemberî rojnamevaniya serbixwe, rexnegir, anîn ziman. Nûnerên ku doza rojnamevanên girtî şopandin, piştre çûn serdana wan, bi parêzer û malbatên wan re jî hevdîtin çêkirin.

Rojnamevan bi xetera girtinê re rû bi rû ne

Nûneran piştre dan zanîn ku 3’yemîn pakêta darazê ji bo hêviyên der barê azadiyê de nebûne bersiv û çavdêriyên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Otosansur her diçe zêdetir dibe. Rojnamevanên gotina xwe aşkera dibêjin, ji aliyek ve bi piştgiriya ji bo terorê tên sûcdarkirin, ji aliyê din ve jî bê kar dimînin.” Nûneran daxwazên xwe yên ji hikûmetê jî wiha rêz kirin: “Divê rojnamevanên girtî tavilê bên berdan. Em darizandinên ku hewl didin rojnamevanan kriminalize bikin, şermezar dikin. Em israr dikin ku li Tirkiyê yên qanûnan çêdkin bi awayekî herî xurt hêz bidin azadiya çapemeniyê, reformên di standardên navnetewî de, pêk bînin. Em dixwazin ku ji bo rojnamevanan darizandineke adilane pêk bê.” Kurdî: Rûdaw