Keç û Xortên Silêmanîyê di werzîşên meydanî de bûn yekem

Spread the love

Nûçexane – Di hevrikiyên werzişên meydanî yên Kurdistanê de, qîz û xortên Silêmaniyê bûn yekem.

Hevrikiyên werzişên meydanî yên Kurdistanê doh, piştî du rojan û bi beşdariya 15 tîman bidawî bû.

Di dawiyê de, di asta xortan de, tîma Pêşmerge ya Silêmaniyê bi 121 xalan di rêza yekem d cî girt, tîma Duhokê bi 118 xalan bû duyem û tîma Xaneqînê jî bi 101 xalan bû sêyem.

Di asta qîzan de, tîma pêşmerge ya Silêmaniyê bi 132.5 xalan bû yekem, tîma Hewlêrê bi 110 xalan bû duyem û tîma Zaxo bi 101 xalan bû sêyem.

Sekreterê federasyona werzişên meydanî ya Kurdistanê, Rizgar Mecîd, ji AKnewsê re got, hevrikî gelekî bihêz bû û 15 tîm beşdar bibûn û du rojan hevrikî kirin.

Tîmên ku beşdarî hevrikiyên îsal yên werzişên meydanî kirin, wiha ne: Hewlêr, Pêşmergeya Silêmaniyê, Xaneqîn, Sîrwanî Nwê, Rizgarî, Teaxî, Berdereş, Zaxo, Duhok, Sêmêl, Afrodît, Serçinar, Keywan, Şêrwane, Pîremegrûn. AKnews