Lîga Fitbola Kurdistanê Sibe Dest Pê Dike

Spread the love

Nûçexane – Serokê lijneya pêşbirkê ya federasyona fûtbola Kurdistanê, Dilşad Salih, diyar kir, yariyên werza 2012-2013 ya fûtbola Kurdistanê dê roja 27 Îlonê dest pê bike, her wiha destpêkma Cotmehê jî qonaxa 16emîn ya kûpa Kurdistanê dest pê dike.

Dilşad Salih  got ku, biryar hatiye dayîn, yariyên werza nû ya fûtbola Kurdistanê rojên 27 û 28 vê mehê dest pê bikin.

Salih, diyar kir, hemû amadekariyên pêwîst bo destpêkirina yariyên werza nû ya fûtbola Kurdistanê bidawî bûne. AKnews