N.Times: Kurdistana Mezin yek ji Welatên Nexşeya Cîhanê ye

Spread the love
Nûçexane – Rojnameya New York Times di nûçeyek xwe de derbarê nexşeya nû û sînorên nû de amade kiribû, behsa dirustbûna dewleta Kurdî digel çend welatên nû dike.
Doh di rojnameya New York Times de nûçeyekê ku, ji aliyê Frank Cakob û Parag Kana ve hatiye amade kirin, salên piştî herifîna Yekîtiya Sovyet û sedsala 21an dide berhev.
Rojname amaje bi wê yekê dike ku, mîna ku di salên piştî herifîna Yekîtiya Sovyetê ku çend welat dirust bûne, di sedsala 21 an de jî çend welatên nû û yekgirtinek dê rû bibe, lê ne wekî ya Yekîtiya Sovyetê ye, ji ber ku, bi tenê bi navçeyên biçûk nabe, dê çend deveran bigre berxwe.
Di dirêjiya nûçeyê de behsa welatên nû û nexşeya nû ya cîhanê dike û behsa dirustbûna dewleta nû ya Kurdî dike û dibêje: Bi sedema paşedakêşana hêzên Emerîka ji Êraqê biryardana siyasî li Bexdadê her dice lewaz dibe, û bi sedema zêdebûna egerên şerê navxwe li Sûriyê pêwîstî ji nû ve nexşeyek nû ji bo deverê bikeve rojevê, û ji beriya 3 hezar salan ve di dîroka Kurd de tiştê rû nedaye, ji her demê zêdetir egera dirustbûna dewletekî Kurdî çê bûye, bi taybet ku niha Kurd li Bakurê Êraqê ji tevaya deverên din aramtirin ku ala xwe bilind kirine û bi awayekî serbixwe digel kompaniyên wekî Exon Mobîl û kompaniyên Turkî kar dikin.
Her digel wan welatên nû ku di raportê de hatine diyar kirin, yekgirtina herdû Koreya û yekgirtina welatên Kendavê li hemberî gefên Êranê, her weha Sûriye jî dibe bi çend welat û çêdibe eyaleta Heleb û Dîmeşq û Elewiyên deverê xwe birêve bibin û deverek serbixwe ji bo xwe rabigihînin.
Her weha behsa hilweşandina Somalê tê kirin û Kongo dê bibe çend parçeyên biçûk û dibêje Belcîka dibe du beş û Malî dê hilweşe û Çîn jî hewl dide ku deverên Sîbîrya ya Rûsya kontrol bike û Azerbeycan ya mezin jî dirust bibe. Kurdî: Xendan.org