Rojnamevanên kurd, tirk û ermen li Amedê civiyan

Spread the love

Nûçexane – Li Amedê bi navê “Berfirehkirina diyalogê; Têkiliya Medya, Ermenistan û Tirkiyeyê” civînek hate destpêkirin. Di civînê de hate xwestin ku di rojname û televîzyonan de zimanê aştiyê bê bikaranîn, ji zimanê tundî û nijadperestiyê dûr bikevin. Her wiha di civînê helwesta rojnamevanan a li hemberî polîtîkaya cudakirina neteweya kurd û kurdên êzidî yên li Ermenistanê jî hate pirsîn.

Civîn di bin pêşengiya USAID, EURASIA, Yerevan Press Club û IMC’ê, li oteleke taybet a Amedê pêk hat. Di rûniştina îro de Borîs Navasardian, nivîskar Şeyhmus Dîken, Vazgen Karapetyan, Haykak Arshamyan, Vahram Ter-Metevosyan, Jonathan Levack, Lilit Gasparyan, Mucahît Ceylan axaftin kirin. Her wiha ji rojnameya Radîkalê Rifat Başaran, Gerînendeyê Giştî yê rojnameya herêmî Diyarbakir Ozgur Haberê Nacî Sapan, ji IMC TV’yê Arîs Nalci, rojnameya Rûdawê Maşallah Dekak, ji rojnameya Yenîşafakê Hîlal Kaplan, Daily News Îpek Yezdanî, rojnameya herêmî Guncelê Ahmet Un jî tevli civînê bûn.

‘Divê sînor bên vekirin’

Rojnamevanê Ermenî Borîs Navasardîan, bal kişand protokolên ku çend sal berê ji aliyê Tirkiyeyê û Ermenistanê ve hatine destpêkirin sekinî ye û xwest ev protokol careke din bên destpêkirin û sînorê Ermenistan û Tirkiyeyê bê vekirin. Navasardîan, destnîşan kir têkiliyên Tirkiyeyê niha bi Iraq, Îran, Sûriye, Ermenistan û welatên din re xira bûye û ji ber vê yekê jî Ermenistan niha ne di rojeva Tirkiyeyê de ye. Rojnamevanên din jî li ser vê mijarê xwestin di navbera Tirkiye û Ermenistanê de têkiliyên bazirganî, kulturî û piştevaniya saziyên sivîl bên çêkirin. Her w

Ji Yerevan Press Clubê jî HayhakArshamyan, da zanîn ku rojeva Tirkiyeyê ya sereke têkiliyên herêmê ne û ji ber vê yekê jî dor nayê ser Ermenistanê.

‘Hêvî ji makeqanûna nû tune ye’

Di civînê de xebatên li ser Makeqanûna nû ya Tirkiyeyê jî hatin nîqaşkirin. Ji rojnameya Radîkalê Rifat Başaran jî got ew bawer nake ku bi van komîsyonên ku ji dijberan pêk tên makeqanûneke nû ava bibe. Lewre heta hilbijartinê AK Partî ji bo ku bi ser bikeve dê hestên neteweperestiyê bi pêş bixe û bixwaze di hilbijartinan de ji eniya neteweperestan ray werbigre û pêşeroja xwe mîsoger bike.

‘Şaredariyan xebatên baş ji bo Ermeniyan kirin’

Nivîskar Şeyhmus Dîken jî diyar kir Tirkiye niha naxwaze têkiliyên xwe yên resmî bi awayeke erênî bi Ermenistanê re bi pêş bixe û got encax bi riya saziyên sivîl dikarin vê têkiliyê zêdetir bi pêş bixin. Dîken, xebatên şaredariyên BDP’ê jî mînak nîşan da û aşkera kir ku heta niha şaredariyan gelek dêrên Ermenî restore kirin, li ser ermeniyan xebatên baş bi pêş xistine.

Li ser rewşa Karabax, Azerbaycan û Ermenistanê jî nirxandin hatin kirin û hin beşdaran destnîşan kir ger deriyê sînor ê Ermenistanê û Tirkiyeyê vebe ev yek dê bandoreke erênî li ser Azerbaycanê jî bike.

‘Divê zimanê aştiyê bê bipêşxistin’

Ji Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat Mucahît Ceylan jî bal kişand sedsala 21’an sedsala lihevhatinê ye û divê rojnamevan di nûçeyên xwe de zimanê aştiyê, lihevhatinê, aramî û diyalogê bi kar bînin û xwe ji sûcên nefretê dûr bixin.

‘Nûçeyên rastîn û objektîf divê bên nivîsandin’

Ji rojnameya Agosê Lilit Gasparyan jî xwest di nûçeyan de ji peyv û têgehên ku mirovan biçûk dixin, heqaret li mirovan dikin, mirovan hedef nîşan didin dûr bê xistin û di nûçeyan de agahiyên rastîn û objektîf bên dayîn.

Rojnamevan Naci Sapan jî da zanîn jixwe rojnameyên herêmî ev 10 sal in hewl didin têkiliyên civakî bi aramtir bikin û xwest heman polîtîkaya weşanê li ser rojname û televîzyonên neteweyî jî desthilat be. Sapan, da zanîn dema ku kurd û ermenî dibin mijara gotinê, diyalog û muzakere ji holê rabin û piraniya rojname û televîzyon li gorî dilê desthilatdariyê nûçeyên xwe pêşkêş dikin.

Mijara kurd û êzdiyann hate rojevê

Di civînê de hin rojnamevanan bal kişandin çawa ku li Tirkiyeyê kurmanc û zaza ji hev tên cudakirin li Ermenistanê jî li ser kurdan polîtîkaya cudakirinê ya weke kurd-êzidî heye û rojnameyên li Ermenistanê li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Her wiha di civînê de mijara “Gelo çima li Ermenistanê dibistanên kurdan tune ne?”, “Xebatên ji bo kurdî çima sekinî ne?”  û helwesta rojname û televîzyonên Ermenistanê ya li hemberî van polîtîkayan pirsîn. Kesên ku ji Ermenistanê tevli civînê bûn, angaştin ku li Ermenistanê polîtîkayeke wiha ya dewletê tune ye û ger pirsgirêkek hebe jî ev ji ber nakokiyên di navbera kurd û êzidiyan de pêk tê.

Hin beşdaran jî got li herêma Talîn a Ermenistanê gundên kurdan hene, hejmara wan bi qasî ku parlamenterek derxin heye lê ji ber ku ne birêxistin in, ev yek pêk nayê. Di rastiya xwe de qanûneke ku vê yekê asteng bike tune ye. Maşellah Dekak / Rûdaw-Amed