Wezîr û Parlementerên Herêma Kurdistan wê di maça fitbolê de werin beramberî hev

Spread the love

Nûçexane – Ji bo maçeke fitbolê di navbera wezîrên hikumeta herêma Kurdistanê û parlementerên herêma Kurdistanê bê kirin amadekarî tên kirin. Çav li rê ye rojên pêş ev maç bi merasîmeke taybet bê lîstin.

Bi amadebûna Aram Ehmed wezîrê şehîd û enfalkiriyan û Kawe Mehmûd wezîr rewşenbîrî û gêncan yên hikûmeta herêma Kurdistanê û Seid Xalid koordînatorê hikûmet û parlamnetoya Kurdistanê, Şêrdil Tehsîn nûnerê parlamentoya Kurdistanê û Bextiyar Caf rêvebirê giştiyê dîwana wezareta şehîd û enfalkiriyan, li bajarê Hewlêrê duhî roja 27.09.2012ê, komîteya amadekariya lîstika futbolê ku, biryare di navbera parlamento û hikûmeta Kurdistanê de bê lîstin civiya.

Di destpêka civînê de Aram Ehmed wezîrê şehîd û enfalkiriyan behsa datayên hizira lîstika navbera parlamento û hikûmetê, armanca wê yariyê û bernameyê karî kir û ji bona diyarkirina wext û cîyê lîstikê û amadakriyên din çend biryar girtin.

Her div ê civînê de ji bona amadekariyên ragehandinê, dahat û çend pirsên din komîteyên taybet hatin pêkanîn ku, di anva heftiyekê de post, kartên vexwandinê, biletên yariyê, merasima destpêkê û merasima dawiya yariyê û peywendîkirin bi aliyên lîstikê sponser dikin amade bikin.

Weke tê zanîn serokwezîrê Kurdistanê berî heyamekî pêşniyar kiribû ku, parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê li hember yek lîstika futbolê bilîz in û dahatiniyê wê jî bo funda alîkariya malbatên şehîdan be. KRG