Dengê Amerîka guhdar û temaşevanên xwe xelat dike

Spread the love

Nûçexane – Radyoya Dengê Amerîka Beşa Kurdî ragihand ku, ewên ji bo guhdar û temaşevanên xwe yên li ser malpera radyoyê şîrove û nêrînên xwe bişînin xelatê bidin.

Radyoya Dengê Amerîka (VOA Kurdî) bi zaravayên kurdî kurmancî û soranî weşana xwe dike û ev zêdetirî 20 salan e vê weşanê bê navber didomîne û îsal dest bi weşana xwe ya ser peyka televizyonê jî kiriye.

Ji bo xelatkirina xwendevan, guhdar û temaşevanan tê xwestin ku, di foruma li ser malpera http://dengeamerika.com nêrîn û şîroveyên xwe ligel welat û navnîşana emaîl’ê bişînin.

Wê navê xelat wergirên radyoyê li weşana zindî ya bernama demjimêr 10 bi dema Washington Bi dema Greenwich (GMT) 14.00 roja înê (îro) bê eşkerekirin.