Klûba Dalkurd’ê Kongreya Xwe ya Awarte Civand

Spread the love

Klûba futbolê ya Kurdên Swêdê Dalkurd roja 1ê Cotmehê li Dalarnayê kongreya xwe ya awarte lidarxist. Serokê klûbê neguherî, lê hejmara rêvebiran hat kêmkirin û rêbazeke nû û hat danîn.

Klûba Dalkurdê di Cotmeha 2004ê de li bajarê Dalarnayê hat damezirandin û saleke din jî dest bi leyîstinê kir. Dalkurd her sal kongreyên xwe di dawiya meha Sibatê de lidardixe û cara yekem jî îsal kongreya awarte civand. Serokê Klûba Dalkurdê Ramazan Kizil sedemê lidarxistina kongreya awarte wiha vegot: “Di dema damezirandinê de me bereya xwe pirr fireh girtibû. Rêvebiriyeke pirr fireh hebû ku rêvebirina wê bixwe weke kar bû. Diviyabû li gor sîstema klûbên Swêdê em jî Dalkurdê nûbikin û rêvebiriyeke hejmar kêm a pratîk û rêziknameyeke nû ku klûbên îdeal ji xwe re nimûne digire, hilbijêrin.ˮ

Lêkolîn li ser klûbên îdeal

Nûçexane – Ji bo amadekariya kongreya awarte grûbeke ji 8 kesan nêzîka 6 meh lêkolîn li ser klûbên îdeal ên swêdî kirine û ji bo Dalkurdê rêzikname û rêvebiriyeke model diyar kirine.

Li gor agahiyên ku Kizil dane Rûdawê hejmara endamên rêvebiriyê yên esîl 29 bûn û endamên cîhgir jî 14 bûn. Kizil derbarê modela nû jî got, “Me hejmara endamên rêvebiriyê yên esîl daxist 11 kesan û yên cihgir ji daxist 7 kesan. Bi vî rengî wê endamên me zêdetir çalak bin û wê her yek ji herêmek berpirsiyar be.ˮ

Serok neguherî

Ramazan Kizil daxuynd ku wan ev guhertin niha kirine ku di kongreya Sibata 2013ê de careke din li ser rêzikname û hilbijartina rêvebiriyê ranewestin. Kizil herwiha da zanîn ku serokatiya klûbê neguheriye û gotinên xwe wiha domand: “Ji roja damezirandinê heta îro bê navber min serokatî kir. Bi rastî min dixwest ku hevaleke din vê berpirsiyariyê bide ser milê xwe û min bang kir ku kesên dilxwaz xwe pêşniyar bikin. Lê ez nizanim ka gelo ji bo hurmetê an ji bo barê giran e çi ye, kesê xwe pêşniyar nekir û dîsa weke serok ez dom dikim.ˮ Kizil di dawiya axaftina xwe de got ku wê rêzikname û modela nû bi kurdî di malpera xwe de biweşînin û got, “Ez hêvî dikim klûbên Başûr û Bakurê Kurdistanê sûd ji vê modelê bigirin.ˮ Rûdaw