Ahmet Turk: Tenahîya Rojhilata Navîn bi Hevalbendîya Kurdan Çêdibe

Spread the love

Nûçexane – Sîyasetvanê dêrîn, Ahmet Turk dibêje, îstiqrara devera Rojhilata Navîn tenê kare bi hevalbendîya Kurdan çêbibe.

Parlementerê serbixwe yê Mêrdînê û Hevserokê Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Ahmet Turk, di bernameyeke televizyona Haberturk ya Tirkîyê de, li ser babetên rojevê axivî.
Birêz Turk diyar kir, Kurd tenê jibo ku maf û azadîyên xwe bidest bixin li rojhilata navîn têkoşînê didin. Wî got, Tirkîye bi hêzên xelet yên opozisyona Sûrîyê re tevdigere ku ew hêzên opozisyonê nizanin wê Sûrîyeke çawa bînin şûna rejima Esed.

Ahmet Turk dibêje, ‘Di rastîyê de li rojhilata navîn tekane dostê ku Tirkîye kare bi wan re hevalbendîyê bike Kurd in. Lê siyaseteke ku Kurd nebin xwedî statu hate meşandin. Şaşîtî li vir e. Kurdên Sûrîyê hêvî dikirin Tirkîye piştgirîya wan bike û wan hembêz bike.’

Birêz Turk li ser alozîya navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî da xuya kirin, ‘Li Îraqê yasayek hatibû çêkirin. Di yasayê de hatibû diyar kirin ku, artêşa Îraqê ji 2 sed hezar leşkeran pêk were. Lê Malîkî ev hejmar derxist 800 hezar leşkeran. Êdî hate wê astê ku ev hêza leşkerî her kesî tehdît bike.’

Ahmet Turk got, ‘Malîkî dixwaze kontrola Kerkûkê bixe destê xwe. Lê divê Kerkûk bibe xwedî statuyeke pir cuda. Yanî divîyabû rêvebirîyeke hevpar were pêkanîn. Lê jiber ku Kurd li wir bûne xwedî hêzekê Malîkî wisa dike. Jixwe ji nîvî bêhtirê serjimarîya Kerkûkê jî Kurd in.’

Birêz Turk, li ser nîqaşên rakirina destnedana qanûnî ya 10 parlementerên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), jî da zanîn, ‘Li şûna ku dewlet projeyên çareserîyê ragihîne nîqaşên wiha tên kirin. Ev neheqîyeke pir mezin e ku berê jî wisa kiribûn, lê bila rakin ew bi qîma xwe ne.’ VOA Kurdî / Salih Turan

Jibo guhdarîya deng vê girêdanê bişopînin.