Erdogan û Ocalan Hewil Didin Sala 2013 Bikin Sala Çareserîyê

Spread the love

Nûçexane – Piştî gotinên Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, yên li Riha’yê ku bang li PKK’ê kiribû çekan deyne, derkete holê ku hefteya borî rayedarên dewletê 4 saetan bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîne.

Li gor nûçeya Hurrîyetê ku îro belav kiriye, gotûbêjên li ser çekdanînê û çûyîna welatekî sêyemîn ya rêvebirên PKK’ê di hevdîtinan de hatiye rojeva gotûbêjan.

Tê çaverêkirin, piştî serê sala 2013’an jî encama hevdîtinên rêvebirên MÎT’ê yên bi Ocalan re ji raya giştî re jî werin ragihandin.

Dîsa babeta herî girîng ya gotûbêjan çekdanîn e ku di heman demê de jî amadekirina psîkolojîk ya gelê Kurd û PKK’ê jibo vê pengavê di nav de ye.