Nûbiharê Salnemaya 2013an Bi Kurdî Derxist

Spread the love

Nûbihara ku ev çar sal e salnameya Kurdî diweşîne îsal jî salnameya xwe derxist û gihande xwendevanên xwe.

Agahiyên curbecur evê salnameyê dixemilînin.

Agahiyên dînî, agahiyên di derbarê navdarên Kurd de, navdarên cîhanê, dîroka Kurdistanê, edebiyata cîhanê, bûyerên muhîm yên cîhanê, pêkenokên Kurdî, xeberojkên demsalê, ji kaniya edebiyata Kurdî helbestên klasîk naveroka salnameyê dewlemend kirine.

Di rûyê pêş de jî gotinên xweş yên navdar û pêşiyan, di dîrokê de wê rojê çi qewimiye û wextên nimêjê yên bajarên Kurdan cih girtiye. Û herweha wextên nimêjê yên Hewlêr, Mehabad û Qamişlo jî wekî par di salnameyê de cihê xwe girtine.

Qartonên ku îsal bi salnameyê re têne dayîn jî balkêş in. Çar qarton hatina amadekirin. Pereyê Selaheddîn Eyûbî yê ku li Farqînê derb kiriye, resmê Şêx Seîd, resmê Bedîuzzeman, resmê edebiyatvanên wekî Melayê Cizîrî, Baba Tahir, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî li ser van qartonan hatine çapkirin.

Agahiyên li ser qartonan hem bi Kurmancî, hem jî bi Dimilî hatine nivisîn.

Salnemeya îsal bi kaxezê spî hatiye amadekirin û ji salên berê xweştir bûye.

_______________
Ji bo pewendiye:

Nûbihar
Büyük Reşit Paşa Cad.
Yumni İş Merkezi No: 22/29
Vezneciler / Beyazıt / İstanbul
Tel&Fax: (0212) 519 00 09
Tel      : (0212) 549 65 70 (Ji Bo Firotin, Siparîş û Belavkirinê)
www.nubihar.com | nubihar@gmail.com
Navnîşana Nameyan: P.K. 80 Fatih – İstanbul

Nûnertiya Almanya: Burhan Kaya
kizilkaya_burhan@yahoo.de
Tel: 0234 – 7922968

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.