Salih Muslim bi Malîkî re Civîya

Spread the love

Nûçexane – Li gor nûçeya ku malpera AvestaKurd belav kiriye, Serokê PYD’ê Salih Muslim tevî grubeke opozisyona Sûrîyê li Îraqê bi Malîkî re hevdîtinek pêk anî.

Di nûçeyê de tê gotin, gruba ligel Salih Muslim ku di hevdîtinê de amade bûye, opozisyona hûndirê Sûrîyê ya ku piştevanîya rejima Beşar Esed dike ye.  Di vê hevdîtinê de Heysem Menna ku serokê grubeke opozisyonê ye jî amadehî kiriye û çav li rê ye ev şande ji Bexda’yê derbasî Tehran’ê bibe.