‘Li Herêma Kurdistan Binpêkirina Mafê Rojnamevanan Kêmtir Bûye’

Spread the love

Nûçexane – Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, roja 29.01.2013ê li bajarê Hewlêrê, digel komîteya parastina azadiya rojnamegeriyê û mafê rojnamevanan civiya.

Di civînê de, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê xwe bi parêzvanê rojnamevan û demokrasiyê dizane û bi cidî ji bona kêmkirin û binbirkirina binpêkirina mafên rojnamevanan dixebite.

Ehmed got jî ku, ew dê aliyên peywendîdar raspêr in ku, bi qanûnê pabend bin û dûr ji bikaranîna şidetê miamileyê digel rojnamevanan bikin û rê li pêşiya karê rojnamegeriya azad  xweş bikin.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku, hebûna rojnamgeriya  pîşeyî xizmeteke ber bi çav a pirosesa hukimdariyê dike û ji bona destnîşankirina kêmasiyan jî alîakriyeke baş dike.

– Raste, me kêmasî hene, lê belê çênabe em rê bidin ew kêmasî zêde bibin, pêwîste rê li pşiya zîdebûna kêmasiyan bigirîn. Ji bona bicîkirina vê wezîfeyê jî divê mediya çavdêriya kar û çalakiyên me bike. Divê em hewil bidin ku, sal bo salê rewşa mediyayê baştir bikin û divê em hemû, bi xemxurî, li dijî kêmasiyan rawstin û rê lê bigirîn û qanûn serwer be.

Komîteya parastina azadîya rojnamegeriyê û mafê rojnamevanan berî çend rojekan dehemîn raporta xwe a li dor binpêkirina mafê rojnamevanan di 6 mehên borî de weşand. Li gor wê raportê sewyeya binpêkirina mafê rojnamevanan, miqayse digel sala par, kêmtir bûye. KRG.org