Ocalan: Tehemula me nîne em deqeyekê jî dereng bimînin

Spread the love

Nûçexane – Kite kitên hevdîtina Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk û parlemantera Batmanê Ayla Akad Ata ku doh li girava Îmralîyê bi serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anîne hêdî hêdî derdikevin holê.

Her ku heta niha daxuyanîyek derbarê naveroka hevdîtinê de nehatiye dayîn jî Ehmed Turk diyar kir ku Ocalan gotiye, ‘Tehemula me nîne ku em deqeyekê jî dereng bimînin’.

Doh piştî vegera ji girava Îmarlîyê Ehmed Turk û Ayla Akad Ata ligel parlemanterên BDP’ê derbasî Diyarbekirê bûn ku çav li rê ye derbarê hevdîtinê de nirxandinan bikin.

Li gor daxuyanîyên BDP’ê derbarê naveroka hevdîtina bi Ocalan re, wê roja Sêşemê li civîna gruba parlemanê agahî bi raya giştî re werin parve kirin.