Rûdaw TV Dest bi Weşana Xwe Kir

Spread the love

Nûçexane – Tora Medyayî ya Rûdaw ku ev demeke amadekarîya weşana televizyoneke nûçeyî dike îro dest bi weşana xwe kir. Rûdaw TV wê ligel Rûdaw Radyo rojê 24 demjimêran weşana xwe bidomîne.

Derbarê destpêkirina pexşa Rûdaw TV’yê de li ser tora medyayî ya Rûdaw’ê hate ragihandin ku îro Çarşemê (29-05-2013) peşxa televîzyon û radiyo ya Rûdawê bi fermî dest pê kiriye. Rûdaw TV-Radiyo herwiha li ser înternetê û bi rêya telefonên destan jî bi zindî were temaşe kirin.

Rûdaw Weşana Zindî

Rûdawê destpêka weşana xwe ya TV’yê wiha ragihand:

Amadekarî û rahênana ekîp û karmendên Tora Medyayî ya Rûdawî îro berhem da û piştî malper û rojnameyê, Rûdaw TV û Radiyo Rûdaw jî îro saet 17:00 bi awayekî fermî dest bi peşxê kirin.
Rûdaw TV û Radiyo Rûdaw dê 24 saetan nûçe û agahiyên nû ji hemû deverên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bikin.
Di destpêka peşxê de, raporek li ser çawaniya pêkhatina Rûdawê û rahênana karmendên dezgeha Rûdaw hat nîşandan, her wiha beşek ji axaftina rêveberê giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ku li bajarê Silêmaniyê di konsêrta danasîna Rûdawê de pêşkêş kiribû, hat belavkirin.
Televîzyona Rûdawê dê îro saet 18:00 yekemîn bûltena nûçeyan belav bike.
Her wiha Radiyo Rûdaw jî dê saet 18:00 dest bi peşxa nûçeyan bike û li hemû beşên Kurdistanê xelk dikarin guhdar bikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji televîzyon, radiyo, heftename ya çapa Kurdistanê (soranî), heftenameya çapa Ewrûpa (kurmancî), mehnameya Le Monde Dîplomtique, mehnameya Rûdaw ji bo zarokan, heftenameya werzişî, malper û medyaya civakî (facebook, twitter, youtube) pêk hatiye.
Ev jî frekansên Rûdawê li ser hêlên fezayê ne: