Jibo ROJ TV: Bi Xêr û Xweşî Werin Kurdistanê

Spread the love

Nûçexane – Wezîrê Ragihandin û Medyayê yê Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê Helgurd Ebdulwehab li ser betalkirina lîsansa Roj TV, Nûçe TV û MMC’ê got; ‘Ew dikarin bi xêr werin li vê derê weşana xwe bikin’.

Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê lîsansên weşana Roj TV, Nûçe TV û MMC bi eşkerekirina biryara dadgeha temyîzê ya 3’yê Tîrmehê betal kiribûn û ev yek rastî nerazîbûnek xurt hatibû li alîyê Kurdan.

Wezîrê Ragihandin û Medyayê yê Rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê Helgurd Ebdulwehab ji ANF’ê dîyar kir, ‘Biryara betalkirina lîsansê sîyasî ye û li gor qanûna rojnamevanîyê ya Herêma Kurdistanê ew dikarin bi xêr û xweşî werin li Kurdistanê weşana xwe berdewam bikin’

Wî herwiha da zanîn, ‘Ger kanalên Kurdî bixwazin ew dikarin ji bo freqansê serî li Wezareta kar û barên derve ya herême bidin.’