Platforma Nîqaşên Kurdî ‘Tirşik.Net’ Dest Bi Weşanê Kir

Spread the love

Nûçexane – Malpareke bi navê tirsik.net ku qadeke nû jibo nirxandin, şîrove û gotûbêjên Kurdî vedike dest bi weşanê kir. Malper navê xwe ji xwarina navûdengî ya Kurdan ‘tirşik’ê distîne û nivîskarîya bi herf û tîpên ji xeynî Kurdî qebûl nake.

Dirûşma malperê  ‘Tirşik, hinek tirş lê dîsa jî xweş’ e.

Tirsik.net yekemîn malpera Kurdî ya  dişibe malpera populer ekşi sozluk (ferhenga tirş) ya Tirkî ye. Damezrînerên malperê dibêjin, mebesta bi weşana tirsik.net’ê ew e ku xortên Kurd karibin li ser her cure babetan xwerû bi Kurdî nîqaşan bikin.

Tirşik her ku bi navekî mîzahî li nav Kurdan dest bi weşanê dike jî, jixwe re dike armanc ku pirekê di navbera Kurdîya nivîskî û rojane de çêbike.

Berpirsên malpera tirşikê ji nûçexanê re ragihandin, jiber ku li ser malperên mîna facebook û twitter’ê gelek nivîs û şîrove winda dibin û piştî demekê mirov nikare xwe bigihîne wan, wê tirsik.net bibe cihê arşîvkirina nirxandin, şîrove û gengeşîyên bi Kurdî têne kirin.

Malpera tirsik.net ku ji meha Gulana 2013’an ve di weşanê de ye, heta niha têde nêzî 1000 mijar û 3 hezar nivîs hatine tomarkirin ku her roj hejmar zêde dibe. Niha 110 nivîskaren tirsik.net’ê hene ku malper ji hemû Kurdînivîsan re vekiriye.

Tirşik çawa tê çêkirin?

Nivîskarên tirşikê her wiha fîlm û bernameyan jî werdigerînin kurdî û li wergerine.com diweşînin. Peyvên Îngîlîzî werdigerînin Kurdî û ferhengan amade dikin.

Malpera ferhengên kurdî ya herî mezin turkcekurtcesozluk.com jî dîsa girêdayî tirsik.net’ê ye.

Sazkerê malperê wekî bikarhêner navê (simurg56) bikar tîne ku bixwe jî bijîşk e. Ew li demên xwe yên derveyî pîşeyê bijîşkîyê bi malperên Kurdî re mijûl dibe.

Berî 5 salan bi sazkirina malpera wergerine.com dest pê kiriye ku li wir gelek fîlm, stran û programên biyanî li Kurdî hatine wergerandin. Dîsa ji bo karê wergerê hêsantir bibe berî 3 salan malpera turkcekurtcesozluk.com vekiriye ku niha ferhengên herî mezin yên Kurdî yên li ser înternetê dihewîne nav xwe. Nûçexane / Stenbol

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.