Kanala zarokan Zaro Tv dest bi weşanê kir

Spread the love

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê yekemîn kanala televizyonê ya zarokan Zaro Tv, dest bi weşanê kir.

Kanal dê bi Kurmancî, Soranî û Zazakî weşanê bike. Wezîrê Rewşenbîrê yê Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Hewlêrê Nevzad Hadî, parlamenter, hunermend û rojnamevan beşdarî merasîma vekirina kanalê bûn.

Berpirsyarê Weşana Giştî ya Zaro TV Helgurd Cundiyanî di merasîma vekirinê de axaftinek kir û got: ‘‘Vekirina kanaleke zarokan zehmet e. Ji zarokên me yên ku pêşeroja me ne re kanelek hat vekirin. Evna bi rastî jî, ji vekirina kanaleke nûçeyan zehmettir e. Piştî xebateke 6 mehan me weşana Zaro Tv da dest pê kirin. Me bernameyên ku zarokan kêfxweş bike û di heman demê de jî wan perwerde bike amade kirine. Zarokên Kurd yên li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye û welatên Ereban dijîn dikarin li Zaro TV temaşe bikin. Ji bo vê em li ser Turksat, Nilesat û Hotbirdê weşanê dikin.’

Wezîrê Rewşenbîrî Kawe Mehmûd jî diyar kir ku wan kanala zarokan ya ku her kes li bendê bû vekirin û sipasiya kesên keda wan gihiştiye vê xebatê kir.

Zaro Tv projeyeke Rêvebiriya Giştî ya Ragehandin, Çap û Weşanê ya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ye. Navenda Televîzyonê li bajarê Hewlêrê ye.

BasNews (Hewlêr)