Li Kobanê Darên Zeytûnan Têne Çandin

Spread the love

Bi daketina asta ava baranaê û zuhabûna ava bîran re, encam û sûda çandiniya zeviyan li herêma Kobanî kêm bûn, ji ber wê û ji bo parastina zeviyan ji zuhabûnê, milet berê xwe da çandiniya darên zeytûnan û ji nû ve xak û zeviyên xwe bi zeytûnan şîn dikin.

Welatiyekî Gundê Kulîlkê Imer Kamil:Baran kêm bûne, salne mewsim zeîf tê, ceh û genim wekî berê encama xwe nemaye, û kîmawî jî biha bûye, em dixwazin û meraqa me li ser çandiniya darane, darên zeytûnan li herêma Kobanî ji %80 bi ser dikevin.

Ji aliyê zanistî ve, rewşa hewayê û zengîniya xaka herêma Kobanî, alîkariya serkeftina darên zeytûnan di dayîna encamên erênî de dikin, ew yek jî piştevaniya kûrkirina baweriya milet bi çandiniya darên zeytûnan dike.

Endazyarê Çandiniyê Mihemed Elî Xilelî: Ku mirov kurte dîroka darên zeytûnan dixwîne, di dîrokê de zeytûn li vê herêmê biserketiye, ji serdema Romaniyan de li cihne ta vê demê kavlên xwe xuya dikin ku bi daran hatiye çandin, ew yek jî wateya ku zeytûn biserdikeve li herêma me.

Ramana firotina zeviyên çandiniyê di nava miletê herêma Kobanî de wek kêmasiyeke mezine, bi taybetî firotina zeviyên zeytûnan bo kesên biyan ji derveyî sînorên herêmê xeteke sore û bi carekê de nayê pejirandin.

Welatiyekî Gundê Helincê Mistefa Oso:Îro zemîna me rûmeta me ye, milkê me ye, yê kalkê me ye, yê bavê me ye, wê yê zaryên me be, em ne mecbûrin herin xelkekî xerîb wînin ji Reqê û Heleb û Himis …hd di nav milkê xwe kin, di nav erdê xwe kin, di nav zariyên xwe kin, em qebûl nakin.

Welatiyekî Gundê Kurikê Ezîz Emîn:Firotina erdan ji bo miletê kurd, ger ku ji kur be jî, ew normale, divê milet erdên xwe, xwe bi xwe bi hev de, nede kesên xerîb.

Ji kêşeyên xwedîkirina darên zeytûnan, bihabûna mazotê û qutbûna eliktirîkê ne, û ew xizmeta xwediyên zeviyan asteng dikin û bandoreke nerênî li encamên zeytûnan dikin.

Welatiyekî Gundê Korpîngarê Ehmed Mislim:Li cem ziwabêne, av tuneye, bîr kûrin û ava wan daketiye, kehrebeya bihêz pêwiste ku çê bibe, lê kehrebe tuneye, îmkaniya me ya ku em dînamo û motoran bikirin jî tuneye, darên zeytûnan jî avê pir dixwazin, divê ku tim têr av be ta ku zeytûnan bigre. Rûdaw

Tevî ku darên zeytûnan sûde û encaman dereng didin û li rex kêmahiya avê ked û xizmeteke dirêj jê re divên, lê dîsa jî milet meraqa çandiniya darên zeytûnan dike û ji bo pêşerojê çandiniya herî baş û bi sûd dibînin.