Rojnamegerên Hewlêrê û Diyarbekirê Pira Dostanî Ava Dikin

Spread the love

23 Rojnamegerên werzişê yên Hewlêrê jibo di navbera rojnamevanên Bakur û Başûr de pira dostanîyê ava bikin, hatin Dîyarbekirê.  Rojnamevanên Hewlêrê, bi rojnamevanên Dîyarbekirê re maça dostanîyê ya futbolê leyîstin. Rêvebirê vê bernamê Huner Omer re got ew pira ku Serokê Kurdistanê bi sîyasetê, Serokwezîrê Kurdistanê bi aborî ava kir, ew jî dixwazin heman peywendiyê bi rêka werzîşê bidine dewam kirin.[Hatîce Kamer – Dengê Amerîka]