Tirkiye Bûye Girtigeha Rojnamegeran

Spread the love

CPJ: Tirki bi 40 Rojnamevanên Girtî li Cîhanê di Rêza Yekî de ye

Stanbol – Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di derbarê rojnamevanên girtî de rapora salane eşkere kir.  Li gorî raporê îsal li hemî cîhanê 211 rojnamevan di girtîgehêdene û di listeye de Tirkî bi 40 rojnamevanên girtî di rêza yekêm de ye.

Jimareke zêde ya vê rêjeyê ji rojnamevanên Kurd  yên ku ji Doza KCKê hatine girtin pêk tê. Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Nûjen yên Tirkîyê, Ahmet Abakay ji Dengê Amerîka re got “Li Tirkîyê azadîya îfade û ragihandinê nîne.” Abakay di dewama axaftina xwe de dîyar kir ku “Hemî jî jiber karen ragihandinê hatine girtinê. Lê Serokwezîr ji wan re dibêje terorist. Rayedar bi van daxuyanîyan  zextê dide ser dadgehan û ev kirin sucekî li dijî qanûna bingehîn e.”

Birêz Abakay destînşan kir rewşa rojnamevanên girtî bûye meseleyeke sîyasî. [Hatice Kamer – DengeAmerika]