ZARO TV dest bi weşanê dike

Spread the love

Hewlêr – Zaro Tv yekemîn kanala televizyonê ya Kurdî ku taybet e ji bo zarokan, biryare roja yekşema hefteya dahatû dest bi weşanê bike. Rêvebirê Kanala ZARO TV, Helgurd Cundiyanî di daxwiyaniyekê de ji bo dezgehên ragehandinê eşkere kir ku ev kanal wê bernameyên xwe bi herdu zaraveyên Soranî û Kurmancî pêşkêş bike.

ZARO TV projeyeke Rêvebiriya Giştî ya Ragehandin, Çap û Weşanê ya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ye.  Navenda Televîziyonê li bajarê Hewlêrê ye. [BasNews]