TRT 6 Êdî Nikare Bultenên Nûçeyan Biweşîne

Spread the love

Piştî operasyona gendelîyê hikûmeta AKP’ê endamên Cemaeta Fethûllah Gulen ku li nav gelek saziyên dewletê bi cî bûne paqij dike.

Paqijiya nav saziyên dewletê ev demeke li nav yekem televizyona dewletê ya Kurdî TRT Şeş’ê jî berdewam dike.

Piştî operasyona gendelîyê ewil midûr û şefên nûçeyan yên TRT’ê û her wiha rêvebirên li nav TRT 6’ê yên ji kontenjana cemaetê hatibûn bi cî kirin yek bi yek ji kar hatin dûr xistin.

Paqijiya li nav TRT 6’ê ku kontrola wê di destê cemaetê de bû berdewam dike. Lê hê jî hin kesên nêz cemaetê li kanalê kar dikin, yan jî bi awayekî têkildar in.

Berîya operasyona gendelîyê li medya Kurdî jî dihat belav kirin ku piraniya bername û karên produksîyonê yên TRT 6’ê ji alîyê rêvebir û endamên cemaetê ve têne çêkirin. Lê wê demê ev dihate paşguhkirin.

Pirî caran kompanîyên bi wan re kar dikirin jî bi hurbînî dihatin hilbijartin û tevî budçeyên mezin bi bertîl û komîsyonan karên weşana televizyonê bi wan dihate kirin.

Kesên ji destpêka weşana TRT 6’ê ve ji vê rewşê haydar bûn û bilêv dikirin jî ji karên derve yên kanalê hatin dûr xistin ku li demên dawî tenê kar didan şirîkên xwe.

Ev demeke karbidestên hikûmetê şirketên bi cemaetê re têkildar in yan jî ji hûndirê kanalê ve bi şirîkatî kar dikirin û budçeya bernameyan bi sazîyên cemaetê yên mîna Samanyolu TV re parve dikirin, yek bi yek hatin tesbît kirin û peymanên wan hatin betal kirin.

Rûdanên dawî yên li nav TRT 6’ê bandora xwe li ser ekranê jî nîşan da. Niha hin bernameyên li weşanê yek bi yek dawî dibin. Yên ji bo 13 beşan peyman danîne jî li benda dawîbûna dema peymanê ne.

Erdheja li TRT 6’ê bi rakirina bultenên nûçeyên Soranî, Zazakî û Kurmancî gihîşte asteke bilindir ku 10’ê Sibatê peymana bi şirketa çêker re hate betal kirin.

Her ku kanalê girîngîyeke mezin dida bultenên nûçeyan jî bi mebesta dûrxistina cemaetê ji karên TRT 6’ê ev biryar daye.

Li gor agahîyên me bi dest xistine, ji nîvî zêdetirê pêşkeşvan, edîtor û nûçegihanan mehaneyên xwe ji dewletê digirtin, lê di bin rêvebirîya wê şirketê de kar dikirin û şirketê jî beramber vê xizmetê mehane qasî 12 milyon lîreyê Tirkîyê ji dewletê pere digirt.

Lê belê 10’ê vê mehê dema peymanê qedîya û valahiyeke mezin li kanalê rûda. Yanî 4 bultenên nûçeyan ku ji bo kanalê prestîj bûn nayên weşandin.

Tê çaverêkirin ku wê li demeke nêz rêvebirîyeke nû li TRT 6’ê dest bi kar bike ku kesên werin rêvebirîyê ji kesên têkilîyên wan bi cemaeta Gulen ve nîne pêk tên.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta AKP’ê girîngîyeke mezin dide TRT 6’ê ku vekirina yekem kanala Kurdî ji bo asayîbûna têkilîyên Kurdan bi dewletê re wekî pêngaveke dîrokî nirxandibû.

Lewma jî çav li rê ye li demeke ne dûr ligel rêvebirîyeke nû weşana kanalê were rêkûpêk kirin.

Nûçexane / Taybet