Dîroknas Akyureklî: Ez Dixwazim Nifşên Nû Ji Dîroka Tarî Haydar Bin

Spread the love

Dîroknas Mahmut Akyurekli bi navê ‘Biryarên Dadgehên Şerq Îstiklalê’ yên li salên 1925 û 1927’an bûne sedema darvekirin û zîndankirina bi hezaran Kurdan pirtûkek çap kir.

Berhevkarê belge û arşîvên dîrokê Akyurekli piştî danasîna pirtûkê ku bi taybet serdema Serhildana Şêx Seîd ronî dike ji Dengê Amerîka re peyivî.

Ew dibêje, deshilatdaran heta niha nexwestine belge û arşîvên derheqê dîroka Kurdan  de derkevin holê da ku Kurd nikaribin hay ji rastiyên dîrokê hebin.

Nivîskar Akyurekli dide zanîn, bi van belgeyan bi eşkereyî derdikeve holê ku li wan salan bi rêya Dadgehên Şerq Îstiklalê li ser Kurdan komkujî pêk hatiye û piştî belavkirina van belgeyan jî êdî kar dikeve ser milê hiqûqnas û sîyasetmedaran.

Dîroknasê Kurd bi bîr dixe, di Kurdan de kêmasîya herî mezin tunebûna lêkolerên belge û wesîqeyên dîrokî ye ku kesên vî karî dikin kesek yan jî du kes in.

Ew dibêje, armanca min a sereke ew e ku ez dixwazim şerê netewedewleta Tirkîyê yê ji salên 1920’an heta sala 1938’an yê bi Kurdan re kiriye tevî belgeyan wekî pirtûk belav bikim.

Dîroknas Akyureklî herî dawî dide xuya kirin, “bi salan li ser berhevkirina van belgeyan xebatê dikim. Ez dixwazim dîroka tarî were ronî kirin da ku nifşên nû jî ji serpêhatî û aqûbeta bav û kalên xwe haydar bibin.” Salih Turan / Dengê Amerîka 

Ji bo guhdarîya deng ser vê nivîsê bişopînin…