Edebiyata kurdî li gor berê gelek pêş de çûye

Spread the love

Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê (ZMA) Doç.Dr. Adak, li Tirkiyeyê cara ewil di qada edebiyata kurdî ya klasîk de pirtûkeke akedemîk amade kir.

Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artûkluyê (ZMA) Doç. Dr. Abdurrahman Adak got: “Îro rewşa edebiyata kurdî li gor berê gelek pêş de çûye. Bi taybetî di warê edebiyata nûjen de û bi formên nû li tevahiya welatê kurdan nimûneyên edebiyata kurdî tên dayîn. Jimara nivîskar, helbestvan û romannûsan her ku diçe zêdetir dibe. Her wiha di dezgeyên akademîk de jî lêkolînên akademîk hêdî hêdî belav dibin.”

Nivîskarê pirtûka ‘Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk’ Doç. Dr. Adak, der barê naveroka pirtûka xwe û rewşa edebiyata Kurdî de pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.

Adak, diyar kir ku her çiqas îro edebiyata kurdî pêş de diçe jî tîraja berhemên edebî gelekî kêm in û eleqeya heyî jî meriv tetmîn nake û wiha axivî: “Pêwîst e ev eleqe zêdetir bibe û di nava gel de belav bibe. Ev jî perwerdeya bi zimanê dayîkê û bi awayekî siruştî demeke dirêj dixwaze. Jixwe dema edebiyat bibe malê girseyan, wê demê nûnerên ku derkevin jî dê hêztir bibin. Lê tiştek heye ku teqez e û cihê gumanê tê de tuneye: Edebiyata Kurdî ketiye mecrayekê û dê ji wê mecrayê jî venegere. Lê ka kengî dê bigihîje menzîla xwe, ew ne diyar e.”

Adak bal kişand li ser vekirina beşên ziman û edebiyata kurdî jî û got ku vekirina beşan bû sedema pêşveçûna ziman û edebiyata kurdî.

Adak, ragihand ku di qada kurdolojiyê de cûr bi cûr xebat hatin kirin û wiha pê de çû: “Ev çar sal e ku li Zanîngeha Mardîn Artûkluyê perwerdeya bi zimanê kurdî dest pê kiriye. Heta niha bi taybetî di mastira bêtez de belkî bi sedan xwendekar mezûn bûne.”

Doç. Dr. Adak, destnîşan kir ku ev pirtûka derxistiye dê kêrî xwendekarên mastirê bê û wiha got: “Kitêba ku li ser mijarên sereke yên edebiyata kurdî ya klasîk hatiye nivîsandin, ji destpêkek û sê beşan pêk tê û ev berhem ji bo xwendekaran çavkaniyeke berfireh e. Beriya vê pirtûkê, hevalên ku mastir kirine, gelek zehmetî dikişandin. Hevalên ku di edebiyata klasîk de mastirê dikin piştî ku vê pirtûkê bixwînin, wê gelekî rehetiyê bibînin.”

– “Min îlhama dabeşkirinê ji Fûat Koprulu girt”

Adak destnîşan kir ku wî pêdiviya amadekirina vê berhemê û îlhama dabeşkirinê ji Fûat Koprulu girtiye û wiha dewam kir: “Çawa hûn dizanin, di edebiyata tirkî de dema em dixwînin dabeşkirinek heye. Ev ji aliyê Fûat Koprulu ve hatiye kirin. Koprulu dibêje tarîxa edebiyata tirkî dibe sê serdem. Ev jî edebiyata tirkî ya berî Îslamê, edebiyata tirkî ya serdema Îslamê û edebiyata tirkî ya di bin bandora çanda Ewropa de ye. Îcar dema bi vî çavî min li edebiyata kurdî dinhêrî, min di tu berheman de dabeşkirineke bi vî rengî nedidît. Dabeşkirineke ku meriv kronolojiya wê bikaribe bişopîne min nedidît. Bi rastî ev ji min re bû îlham. Piştî wê jî dema me dest bi lêkolînan kir û zeman li ser re derbas bû û hêdî hêdî di hişê me de jî dikemilî, min xwest ku berhemeke ku ji destpêkê heta îro em qonaxên edebiyata kurdî tê de bibînin derbikeve meydanê da ku xwendekarek yan lêkolînerek dema bixwaze edebiyata kurdî, bi taybetî tarîxa edebiyata kurdî nas bike; wê berhemê bixwîne û şiklê wê di sere wî de rûnê. Ji bo vê kêmasiyê bi taybetî min xwest ku ez berhemekê li ser edebiyata kurdî binivîsim.”

-“Berhemeke sistematik û kronolojik ku behsa hemû edebiyata zaravayên kurdî bike min xwest ez derbixim meydanê”

Adak behsa ferqa pirtûka xwe û pirtûkên ku heta niha li ser edebiyata kurdî ya klasîk hatine nivîsandin kir û got ku ew pirtûkên heta niha hatine nivîsandin, bi awayekî rêk û pêk û kronolojîk behsa edebiyata kurdî ya klasîk nakin û wiha dewam kir: “Berhemên li ser edebiyata kurdî ya klasîk bêguman di deste me de hene. Bo nimûne gelek dîwan hene. Li ser nûnerên edebiyata kurdî ya klasîk gelek hatine çapkirin, bes her dîwanek behsa kesekî dike. Zêde jî cihê wan di edebiyata kurdî ya klasîk de nayê kifşkirin. Di wan pirtûkan de hem behsa zaravayên din nehatine kirin û hem jî bi tevahî behsa helbestvanên kurmanc û soranan jî nehatine kirin. Hem jî tenê lîsteya helbestvanan hatiye dayîn ewqas. Yanî bi awayekî kronolojik, li gorî merhaleyan behsa tarîxa edebiyata kurdî nehatiye kirin. Ji ber vê yeke berhemeke taybetî sistematik û kronolojik ku behsa hemû edebiyata zaravayên kurdî bike min xwest ez derbixim meydanê.”

-Ji bo xwendekaran çavkaniyeke berfireh e

Adak qala girîngiya pirtûkên akademîk kir û diyar kir ku bêguman heke berhemên destpêkê yên bi vî rengî tunebin, xwendekarên ku berê xwe dane akademiyê nikarin sahaya xwe nas bikin.

Adak wiha axivî: “Divê ew xwendekar lîteratura sahaya xwe nas bikin ku heta niha di branşa wan de kê, çi nivîsandiye? Di sahaya wan de nûnerên girîng û pisporên girîng kî ne? Lêkolînerên girîng kî ne? Divê hem vê nas bikin, hem jî sahayê, sînorê sahayê, mijarên sahayê, bi taybetî tarîxa wê sahayê nas bikin. Loma ev pirtûk ji bo xwendekarên akademîk wê di vî warî de bibe xebateke jêneger.”

Pirtûka ku ji Weşanên Nûbiharê derket, li ser mijarên sereke yên edebiyata kurdî ya klasîk hatiye nivîsandin û ji destpêkek, sê beşan pêk tê.

Di destpêka kitêbê de pênaseya edebiyata kurdî ya klasîk hatiye dayîn û tê de qala pêkhateyên edebiyata Kurdî ya klasîk hatiye kirin. Di beşa yekem de xebatên biyografîk û bîbliyografîk ên ku bi tarîxa edebiyata Kurdî re eleqedar in hatine dayîn. Ev xebat li gorî kronolojî û qonaxan û li gorî cureyan hatiye tesnîfkirin û nasandin. Di beşa duyem ku beşa herî berfireh a vê berhemê ye de, ji bo tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk hatiye veqetandin. Di vê beşê de tarîxa edebiyata Kurdî bi awayekî sîstematîk di çarçoveya du perspektîfan de hatiye tesnîfkirin. Di beşa sêyem a pirtûkê de jî, mijarên teorîk ên edebiyata klasîk hatine pêşkêşkirin. /Îbrahîm ATMACA