Em Tweetan Davêjin Xelk Pere Qezenc Dike

Spread the love

Twîtter qeydên dahatên reklaman ji cihê ku li wir fatûre hatiye birîn nîşan dide û li hin welatên ku li wir çalak e, bacê nade.

Ji bilî DYAyê li 14 welatan ofîsên Twîtterê hene. Twîtter qeydên dahatên reklaman ji cihê ku li wir fatûre hatiye birîn nîşan dide û li hin welatên ku li wir çalak e, bacê nade.

Li gor lêkolînên ku nûçegihanan kirin îro li cîhanê 241 milyon kes bi awayekî çalak Twîtterê bi kar tîne. Twîtter hat asteke wisa ku rojane ji 500 milyonî zêdetir tweet tên avêtin û ji sedî  77ê kesên ku twîtterê bikartînin, li derveyî DYAyê ne.

Tê payîn ku dahatên gerdûnî yên Twîttera ku bi 35 zimanan tê bikaranîn bigihije milyar dolarekî û 950 milyon dolar ji vê dahatê ji reklaman bi dest bixe.

– Fatûreyan li ser navê welatên din dibirin

Ji bilî DYAyê li 14 welatan ofîsa Twîtterê heye. Tê îdiakirin ku ofisa twîtterê ya li Dûblîna paytextê Îrlandayê ji bo ku reklaman fatûreyê welatên din bikin, bikartînin. Şirket qeydên dahatên reklaman li ser navê herêma ku li wir tê bikaranîn nabire, li ser cihê ku fatûre li wir hatiye birîn nîşan dide. Twîtter bi vî awayî li hin welatên ku li wir çalak e, bacê nade.

Tirkiye 7emîn welatê ku li wir herî zêde Twîtter tê bikaranîn  û li Tirkiyeyê jî ev miamale tê kirin û bacê nayê dayîn. Der barê dahata ku Twîtter ji Tirkiyeyê qezenc dike de jimareke diyar tuneye. Pispor dibêjin ku ev jimar di navbera 30 û 40 milyon dolarî de diguhere.

Rayedarên hikûmetê bangî Twîtterê kirin da ku bê û li Tirkiyeyê ofis veke, lê Twîtterê guh neda vê yekê. (AA)