Barzanî Ji Bo Doza Germîyanî Şêwirmendê Xwe Wezîfedar Kir

Spread the love

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo şopandin û lêkolînkirina ji nêz ve ya doza terorkirina rojnamevan Kawa Germîyanî şêwirmendê xwe erkdar kir.

Serokatîya herêmê roja 6’ê meha 4 bi daxuyanîyekê ragihand ku bi mebesta di zûtirin demê de encamdana doza terorkirina Kawa Germîyanî li dadgehê, şêwirmendê yasayî yê serokatîyê hatiye peywirdar kirin.

Bi vê peywirdarîyê re tê pêşbinîkirin, şik û gumanên li ser doza kuştina Germîyanî li demeke zûtir bigihîjin encmê û sûcdar werin ceza kirin.