Li Amedê Pêşbirka Aşpêjan Hate Lidarxistin

Spread the love

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 140 aşpêjên herî baş ên Tirkiyeyê derketin ber juriyeke 44 kesî. Aşpêjan peyama “Çêjên me cuda bin jî biratiya me yek e” da .

Roja 19-20ê nîsanê 2014 li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate pêkanîn. 1emîn Pêşbirka Xwarinên Andolu ya Navneteweyî ya Başûrojhilatê Anadoluyê ku Komeleya Aşpêj û Jiyandina Matbax-i Amîre ya Enqereyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hev re li dar xist û ji aliyê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Amedê (DÎSÎAD) û Akademiya Îstanbul Kirtchen’s, Erstan Restoran Market Ankara, Metro û Masîvaniya Marîna ve piştgirî lê kirin.

Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli ligel Serokê Beşa Çand û Turîzmê Muharrem Cebe û Midûra Çandê Cevahîr Sadak çûn cem endamên jûriyê. Anli, kêfxweşiya xwe bi lidarxistina pêşbirkeke weha ya li Amedê derbirî û weha got, “Li vê cografyayê çêj û riyên cuda digihijin hev.”

Kişanak jî da zanîn ku li vî bajarî tim çalakî hene lê ev çalakiya herî tahmxweş e.

Serokê Komeleya Aşpêj û Jiyandina Matbah-i Amîre Gokhan Gumuş diyar kir ku ew ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê û sûddayîna çanda herêmê organîzasyoneke weha li dar dixin. Gumuş da zanîn wan dirûşma “herçend çêjên me ji hev cuda bin jî biratiya me yek e” ecibandiye û got, “44 jê endamên jûriyê, 140 şef ligel 270 beşdaran hatine Amedê.” Aşpêjan ligel hevşaredaran foto girt.

Aşpêj û endamên jûriyê di bin serperiştiya Koordînatorê Tırîzmê ê Şaredariyê Metîn Ozçelik li deverên geştiyarî yên Amedê geriyan. Jêder: Malpera Şaredarîya Amedê