Serok Barzanî Pêşangeha Pîrktûkan Vekir

Spread the love

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, beşdarî merasîma vekirina Pêşengeha Pirtûkan ya Hewlêrê ya 9’emîn bû.

Ev pêşangeh li jêr çavdêriya serok Barzanî û bi beşdariya 250 navendên çap û rewşenbîrî, cîhanî, erebî, navçeyî, îraqî û kurdistanî û her wiha amadebûna hejmareke zêdeyê kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û konsol û xelkên biyanî hate vekirin û 10 rojan berdewam dibe.

Di merasima vekirina pêşangehê de serok Barzanî gotarek bi zimanê erebî ji bo mêvanan û amadebûyan pêşkêş kir. Serok Barzanî di gotara xwe de destxweşî li birêveber û amadekarên pêşangehê kir û ragihand ”ev pêşangeh û amadebûna vê hejmara zêdeyê rewşenbîran hêza bawerî û hêviyeke zêdetir bi me dibexşê”. Xweşhaliya xwe jî nîşanda ku pêşangeh li gor salên berê pêşketîtir û rêkxistîtir e.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku rewşenbîrî bingeha binyatnana jiyane û ew gelê çekê çandî li dest de heye dikare paşaroja xwe ava bike û xweşdiviya xelkê Kurdistanê jî ji bo pertûk û pêşwaziya xelkê Kurdistanê jî li vê pêşangehê bi belgeyek zanî ji bo rêzgirtina wan ya li rewşenbîr û çand û qelem.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku cihê şanaziyê ye ku azadî taybetî li cem hemû xelkê parastiye û belge jî eweye ku li vê pêşangehê da azadiyekî tevahî heye li çapemeniyê û dûre li çavdêrî û sansorê. Serok Barzanî hewlên navenda El Meda û Fexrî Kerîmî serokê wê navendê li amadesazî û peywendiya li gel kesayetî û navendên çandî yên ji bo rêkxistina vê pêşangehê bi bilind nirxand.