Kongreya Tibê ya Mezopotamya li Mêrdînê Birêve Diçe

Spread the love

Îsal li Mêrdînê, bi mêvandariya Odeya Tabîban a Mêrdînê 6. Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bi beşdariya gelek vexwendiyan bi kokteyla vekirinê destpê kir.

6. Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê li Buyuk Mardin Otel’ê pêk hat û di kokteyla vekirinê de ji çar parçeyên Kurdistanê, DYA û Ewropayê, gelek doktorên Amerîkî, Alman û profesorên tipê amade bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk, Februniye Akyol, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Rektorê Zanîngeha Artûklû Serdar Bedîî Omay, Metropolîtê Suryanî yê Mêrdîn-Amedê Salîba Ozmen, Hori Episkopos ê Dêrka Kirklar a Mêrdînê Grabirel Akyuz jî beşdarî kokteylê bûn. Di kokteylê de ji bo karkerên li Soma’yê jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û DYA wê 650 doktor û profesor beşdarî kongreyê bibin û dê sê rojan dewam bike. Di kongreyê de li gel Kurdî wê bi zimanên cuda yên Mezopotamyayê pêşkêşî werin kirin.

Rektorê Zanîngeha Artûklû Serdar Bedîî Omay di kokteyla vekirinê de axaftina destpêkê kir û got, “Ji hemû beşdarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê hatine re dibêjim hûn bi xêr hatine.” Omay dûre ji malbatên karkerên di komkujiya li Soma’yê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxî xwest.

Omay diyar kir ku ew gelekî serbilind in ku ji Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê re mêvandariyê dike û got, “Beriya her tiştî, ji bo radestkirina mafekî, ev kar karekî derengmayî ye.”

Serdar Bedîî Omay ragihand ku Kurdên li navenda Sûriye, Îran, Tirkiye û Iraqê dijîn, piştî sedsaleke bi êş yekemcar bi zimanê xwe yê dayikê kongreyeke bi vî rengî ev cara 6’an lidar dixe û ev yek gelekî girîng e. Omay destnîşan kir ku bi saya vê kongreyê re wî derfet dîtiye bi gelek rewşenbîrên Kurd re rûnê û danûstandinan bike.

Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk mafê axaftinê wergirt û bi bîranîna Celadet Elî Bedirxand ê bû wesîleya 15’ê Gulanê îlana Cejna Zimanê Kurdî, dest bi axaftina xwe kir û ji ber komkujiya karkeran a li Soma’yê rû da, axaftina xwe kurt kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol jî bi zimanê Suryanî ji beşdaran re got, “Hûn bi xêr hatine”.

Ji vexwendiyên ji Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Dr. Hesen Misto jî di axaftina xwe de anî ziman ku ji ber destûr ji derbasbûna pênc hevalên wan ên ji Kantona Kobanê re nehat dayîn ew neçar man pênc saetan li ser sînor rawestin. Dr. Misto diyar kir ku Rojava bi pirsgirêkeke cidî ya dermanan re rû bi rû ye û banga alîkariya dermanan ji bo Rojava kir.

Serokê Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Kamîran Yildirim ê ji kongreyê re mêvandariyê dike, bi silavkirina mêvanan dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser xendekên PDK li ser sînorê Rojava dikole.

Yildirim bibîr xist ku weke doktorên Kurdistanî yên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, ji bo yekitî û yekgirtina neteweyî, wan gavên girîng avêtine û destnîşan kir ku divê heman yekitî li qada siyasî jî pêk were. Dr. Kamîran Yildirim diyar kir ku xendekê PKD dikolin wê nikaribe Kurdistanê ji hev qut bike û got, “Doktorên Kurdistanî, ji bo dermankirina gelên pêwistiya wan bi xizmeta tenduristiyê heye, wê ti sînoran nas nekin.”

Kongre wê di du rojên dawî de bi pêşkêşiyên li ser nexweşiyên şewbê yên li Kurdistanê gelek caran xwe dide der, dewam bike. Doktorên diranan ên îsal tevli kongreyê bûn û wê ji sala pê ve kongreyên xwe jî lidar bixe, wê di mijara nexweşiyên diranan de pêşkêşiyan bikin.

Beşdarên Kongreya Tibê ya Mezopotamya

Serokê Rûmetê: Prof.Dr. Serdar Bedii Omay

Serok: Prof. Dr. Huseyin Bektaş

Sekreter Doç. Dr. Şehmus ÖZMEN

  Lijneya Amadekar

Kadri Yıldırım (Mêrdin)

Kamuran YILDIRIM (Mêrdin)

Cumali Keskin (Mêrdin)

Erdoğan EROL(Mêrdin)

M. Salih KARABOĞA(Mêrdin)

Abdurrahman Dundar (Mêrdin)

Ramazan KAYA (Mêrdin)

Deniz ASLAN(Mêrdin)

Ufuk ALTINTAŞ(Mêrdin)

İsmail VESEK (Şirnex)

Azad Karagoz (Şirnex)

Ekrem BİLEK (Sêrt)

Halis YERLİKAYA (Sêrt)

Mehmet DEMİR (Êlih)

Selahattin Oğuz(Êlih)

Heval Bozdağ (Agirî)

Khals Qadir Ahmad (Hewler)

Siyamand HASAN (Hewlêr)

Ahmed MUHTAR (Duhok)

Nezar İSMET (Duhok)

Abdullah SAED (Duhok)

QalandarKASNAZAN (Suleimania)

Taha Mahwi (Suleimania)

Şukri GULER

Firiad Hiwaizi (Londra)

Serdar Budak (Stokolm)

Dr. Fadil Said (Berlin)

Dr. Bari Mihmud (Berlin)

Zülfikar CEBE (TTB-MK)

Adem Avcıkıran (Amed)

Salih ALAR (Amed)

Azat CİVAK (Amed)

Mustafa EREN (Amed)

Cengiz GÜNAY (Amed)

Kemal KARATAŞ (Amed)

Zelal KOLÇAK (Amed)

Selçuk MIZRAKLI (Amed)

M.Veysi ÜLGEN (Amed)

Kenan Şeker (Muş)

Behçet Yıldırım(Semsur)

Reşat Yılmaz (Riha)

Özcan Uğurlu (Stenbol)

Ahmet koç (Wan)

Sarem Nasori(Mahabad)

Dr.Hallwan.Hammachawash, (Suleimania)

Dr.MohammadOmer (Suleimania)

Desteya Zanistî

Prof.Dr. Serdar Bedii Omay

Prof.Dr. Hüseyin BEKTAŞ

Prof.Dr. Gazi ZİBARİ

Prof.Dr. Çetin KOTAN

Prof.Dr. Khidir Hawrami

Prof.Dr. Şükrü HATUN

Prof.Dr. Mehmet ZENCİR

Prof.Dr. Feride Aksu Tanık

Doç.Dr. Abdulbaghi AHMAD

Prof.Dr Faruk Hasan Faraj.

Prof.Dr. Anwar Shekha.

Prof.Dr Onur Hamzaoğulları

Doç.Dr. Mahmut İLHAN

Doç.Dr. Şehmus Özmen

Doç.Dr.Mehmet Dursun

Doç.Dr. M.Nuri ÖZBEK

Doç.Dr. Selahattin KATAR

Doç.Dr. Ramazan DANIŞ

Doç.Dr. Serdar ONAT

Doç.Dr. Ahmet YALINKAYA

Doç.Dr. Ferruh AKAY

Doç.Dr. Sedat KAYA

Doç.Dr. Aziz YAŞAN

Doç.Dr.Taha Osman Mahwi.

Doç. Dr.Mohamed Shekhani

Doç.Dr. Mustafa Taşkesen

Doç.Dr. Bahri Çakabay

Doç.Dr. Ayşe Meşe Tanrıkulu

Doç.Dr. Erdal Gilgil

Doç.Dr. Burhanettin Kaya

Yard.Doç.Tahir Gökdemir

Layla Amin(Stokolm)

Marina TALOYAN (Stokolm)

Prof.Dr.Emrah AYNA (Amed)

Lect. Saleem Saaed Zangna

Kochar Walladbegi

Dr.Gulistan Saribaş

Yrd.Doç.Shwan Kamal Rachid

Lijneya Ziman

Prof.Dr. Kadri Yıldırım

İsrafil BÜLBÜL

Kamile Kaş Keskin

Mikail bülbül

Zülküf Ergün

Mehmet Tayfur (Malmisanij)

Nûçexane / Anf