Hêzdarbûna DAIŞ’ê û Bandora Wê (Şahînê Bekirê Soreklî)

Spread the love
Şahînê Bekirê Soreklî
Şahînê Bekirê Soreklî

HÊZDARÎBÛNA DA’ISHÊ Û BANDORA LI BALANSA SIYASÎ YA NAVNETEWEYÎ, HERÊMÎ Û KURDÎ – Dîtinek

1: AMERÎKA Û WELATÊN ROJAVAYÎ

Hêviya Barack Obama, wek akadêmiyekî ashtîxwaz û kurê bavekî afrîkayî yê musilman û dayeke amerîkî ya bi du mêrên musilman re zewicî, ew bû ku ji dîrokê re pishtrast bike çawa wî rengê rûyê DYA di çavên cîhanê de guherand û çawa ew ji sherên xwe bi kirîzên derveyî re e’leqedar dikin bi dûr xist. Bi encama vîtoyên rûsî/çînî wî çavên xwe heta ji ser trajêdiya dabishtvanên Sûriyeyê badan û hêvî dikir 8 salên karbidestiya wî bi serî bibin, bêyî ku ew Amerîka têkildare sherekî din bike. Lê bihêzbûna Da’ishê û bidestxitina herêmine îraqî ji aliyê rêxistinê ve zexta li ser Obama gîhand radeyeke weha ku wî nema dikaribû serê xwe di nav qûmê de veshêre.

Li dû bidestxistina Mûsilê ji aliyê Da’ishê ve, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî telefone cîhgirê Obama John Baiden dike û bi dengekî guman tê de niye dibêje wî, “Ger Amerîka zû tishtekî neke, Da’ish ê di nav çend rojan de li Hewlêrê be (The Wall Street Journal: 10/09/2014). Li vir, û bi encama zêdebûna zextê ji aliyên amerîkî ve, Obama êdî neçar dibe xwe piçekî bilivîne.

Serkevtina Da’ishê li Îraqê, welatê ku ziyaneke mirovahî, aborî û moralî ya weqa mezin gîhand Amerîkaya ew ji recîma Seddam Husên rizgar kirî, ziyaneke pirralîtir bi xwe re ji bo DYA dihîne, û ger Da’sh Kurdistana “Îraqê” bi dest xîne, shûneke heta bo balyozxaneyeke amerîkî jî li seranserê Îraqê namîne. Ji ber vê yekê û sedemên din, yek ji wan berfirehbûna tehlûkeya kiryarên terorkarî li dij berjewendiyên amerîkî, hukûmeta Obama nema dikaribû serê xwe di bin qûmê de bihêle.

Ji bo welatên rojavayî jî, hinekên ewropayî, Australya û Kenedayê jî di nav de, pirsên grîng yên xwe bi encamên serkevtineke berfireh ya Da’ishê ve girê didin hene. Ew bi daxwazeke germ, yan ne weqa germ, di warê hêrîshbirina ser Da’ishê de bi DYA re ne, ji ber gellek sedeman, wek:

• Peymanên hevalbendî yên leshgerî û stratêjî bi Amerîka re.
• Tirsa ji zêdebûna rêxistinên terorkar yên li dij welatên rojavayî, bi taybetî nuha ku “hevwelatiyên” van dewletan bi xwe di nav Da’ishê û rêxistinên îslamî yên din de ne;
• Sempatiya bi komên jimar-kêmtir re, bi taybetî bi Xiristiyanên Rojhilatê Navîn re, ku jiholêrakirina wan li pêsh çavan e.
• Tehlûkeya wendakirina sermiyanên aborî li Rojhilatê Navîn.
• Tehlûkeya cîhgirtina karîsatên mezintir yên mirovahî ku bi encamê bi sedhezaran, yan tew bi milyonan, penaxwazên din xwe li welatên din bigirin.

Lewma, nuha ku Amerîka gav rana, hukûmetên wan dewletan, her yek ligor xwe û rewsha xwe, dê bi DYA re alîkar bin. Balkêsh e, ku, wek her dem, alîne sor û keskesor li dij biryarên hevkariya bi Amerîka re ne. Rêxistinên mafên mirovan, li milê din, ku di nav wan de jî soravîn û keskesoravîn ne hindik in, çiqa hêstirên tîmsahî ji bo karîsatên mirovahî birijiînin jî, zû-dereng ew jî dê dijberiya xwe sebaret bi gavên amerîkî rasterast yan ne rassterast ragihînin.

2: EREBISTANA SEÛDÎ Û DEWLETÊN KENDAVA EREBÎ

Da’ish zaroka tolaz ya wan welatan e û bi pereyên hinekan ji wan, yan hevwelatîne wan, dest bi lotikan kiriye, wek beshekî ji sherê sunnî li hember aliyê shî’î, ku têkbirina recîma sûrî ya ser bi Îranê û Hizbullah re dixist nav xwe. Lê ev zarokê tolaz mezin bû û nema minneta yên ew xwedî dikirin dikishand. Mezintirbûna vî zarokî dikare domandina recîmên wan dewletan bi xwe têxe nav reshebayan. Ew bi xwe naxwazin bi zarokê xwe yê tolaz re têkevin nav sherekî, lê hêvîdar im Amerîka Da’ishê bêhêz bike, da ku dîsa hewcedare bavên xwe be. Lewma, ew ê ji bo lêdana Da’ishê bi Amerîkare alîgir bin.

3: MISIR, LUBNAN, ÎRAQ, ÎRAN Û SÛRIYE

Misir ligel lêdana Da’ishê ye. Karbidestiya nuha bi shêweyeke gishtî ne ligel tundrêbûna îslamî ye. Tundrêbûna îslamî û serkevtina Da’ishê dê rola Misrê li herêmê û di nav welatên e’rebî de biçûktir bike. Li milê din, karbidestiya misrî dixwaze ji Amerîkayê re pishtrast bike ku Misir dosteke pêbawer e û domandina alîkariya aborî ya amerîkî bo wê ne bêyî sûd e. Lewma, ew jî dê bi Amerîka re alîgir be, lê ta mumkin e ew ê, wek hemî welatên Ereban, vê aîkariyê nixamtî bihêle.

Shî’îyên (E’lewîyêm) Lubanê bêguman hêvîdar in ku Amerîka pishta Da’ishê bishikêne, ji ber ku Da’ishê ala sunniyên tundrê rakiriye û ger bi ser keve ew ê li ser Shî’îyan tehlûkeyeke mezin be. Li milê din, serkevtina Da’ishê li Îraqê xeleka zincîra shî’î di navbera Îranê û herêmên li rojhilatê Deryaya Navend de dishikênîne û Îraqa weqa ji Îranê nêzik bû bû dîsa dike dewleteke li hember Îranê neyar. Xiristiyan, Durûz û nasyonalîstên E’reb yên Lubnanê li milê din, hemî ji serkevtina Da’ishê bi tirs in. Çiqa beshine ji wan li dij Hizbullaha lubnanî bin jî, ew bi pirranî ne ligel serkevtineke tevahî ya Da’ishê ne. Hukûmeta lubanî ji aliyê xwe ve hewcedara razîbûna rojavayî ye. Lewma, Lubnan jî dê ligel lêdana Da’ishê be, çiqa komikine ne razî hebin jî.

Rol û dîtina recîma îraqî derbarê vê mijarê de ashkere ye û shîrovekirineke zêde li vir ne pêwîst e. Serkevtina Da’ishê wateya nemana recîma îraqî û serpereshtiya shî’î dide. Lewma, ew ne tenê bo lêdana amerîkî pishtgir e, lê mazûvan e. Îrana ku fersendekê nahêle bêyî ku mirîdan li kolanan biqîrîne: “Merg bo Amrîka” (Mirin bo Amerîka), ew jî ligel lêdana Da’ishê ye, ji ber ku serkevtina Dewleta Îslamî ya Da’ishî ji bo Komara Îslamî ya Îranî mijareke mayîn û nemanê ye. Ew ê bibe serkevtineke dîrokî ya aliyê tundrê yê sunnî li dij aliyê shî’î. Ji bîr neçêt ku va bûn bi sedan sal hevrikiya her du aliyan li hember hev berdewam e.

Da’ish, yan qe nebe beshine ji wê, demekê sêwiya veshartî ya recîma sûrî jî bû/bûn. Lê di wê demê de ku muknine beshikine jê manî hîn jî di bin siya muxaberatên sûrî de bin, serdarê rêxistinê Ebû Bekr el-Bexdadî hevsar qetandin û xwe kir xelîfe. Rêxistina wî çekên giran bi dest xistin û nuha ne tenê li serê karbidestiya Îraqê, lê her weha li serê hukûmeta sûrî bi xwe bûye bela û tehlûke. Ji ber vê yekê, rola îranî û sherê sunnî-shî’î karbidestiya sûrî dê ligel lêdana Da’isha mezin be, lê ew ê ne ligel lêdana Da’ishê di hindir Sûriyeyê de be, ger ev lêdan ne li berjewendiya recîmê be. Lewma, çiaq Obama îroj dibêje ku ew ê hevkariya bi recîma sûrî re neke, ne bi tevahî ji wêneya siyaseta siberojê dûr e ku alîne rojavayî bizava lihevhanîna karbidestiya sûrî û Artêsha Azad û alîne din ji muxalefetê, Kurd jî di nav de, bikin. Ji bo karbidestiya sûrî mijara herî grîng ew e ku li ser lingan bimîne.

Divêt bihêt gotin ku rola Îranê û sedarên wê yên olî li Îraqê yeke gellekî mezin e û alîkariya bi shêweyên cuda bi îraqiyên shî’î re dihêt kirin. Mayîna hukûmeta îraqî ya Nûrî el-îMalikî, ya sûrî û ya Hizbullahê, her weha ya Hemasê, dê bêyî alîkariya mezin ji Îranê ne hêsan bûya. Lê Îran nikare hêzên xwe vekirî di bin navê xwe de rasterast rêbike hindir Îraqê, çimkî wê demê sher bi shêweyeke vekirî dibe sherekî Shî’iyan û Sunniyan. Li dû dagirtina Mûsilê karbidestiya îranî hêzên xwe li aliyê sînorê bi herêma Kurdistanê û di nav beshine sînorî yên herêmî bi xwe de jî amade kiribûn. Bi texmîna min, ger shervanên Da’ishî/sunnî, Xwedê neke, gihîshtibûna Hewlêrê hêzên îranî dê di bin navê pêehmergeyên YNK de, û bi wan re, heye ku her weha bi beshdariya gerîlayên PKK hêrîsh biribûna ser shervanên Daishê/Sunniyan, bi amanca bidestxistina Hewlêrê û beshên pê ve girêdayî. Bi gotineke din hebûna Da’ishê û zîzbûna rola Îranî li Îraqê rasterast û ne-raserast bandora xwe digihîne siyaseta navxweyî ya rêxistinên Kurdan li hember hev-û-din.

Têbiniyek: Pêsh weshandina vê gotarê wezîrên peywendiyên derve yên 10 dewletên e’rebî li bajarê se’ûdî Ceddeyê îmzeya xwe li ragîhandineke pishtgiriya stratêjiya serokê amerîkî Obama ya lêdana Da’ishê xistin: Erebistana Seûdî, Qeter, U’man, Kuwêt, Lubnan, Urdun, Misir, Behrên, Yeketiya Emêretên Erebî û Îraq. Wezîrê amerîkî yê peywendiyên derve John Kerry ji bo vê amancê çûbû herêmê.

4: TIRKIYE

Hukûmeta AKP hêvî dikir ku Braderên Musilman zû shûna recîma sûrî bigirin, lê hesabê li malê û yê li kolanê li hev nehatin. Bi encamê dewletê rê da hinekan ji aliyên tundrê yên wek Cebhetunnusra jî ku derbas Sûriyeyê bibin, lê recîma sûrî ma û Tirkiye ket rewsheke ku ta radeyekê bû belaya serê wê jî. Xewnên AKP yên di boriyê de dihatin amadekirin ber avêtin, bi taybetî dema li Lîbyayê û Misrê, û ta radeyekê li Tûnisê jî, shoreshan encamên resh bi xwe re hanîn. AKP dixwaze di heman demê de Tirkiyeyê têxîne nav Yeketiya Ewropayî. Bi salan e ku li rêyeke razîkirina Ewropiyan digerêye. Alîne ewropayî yên endamiya Tirkiyeya musilman di nav xwe de naxwazin, mafên Kurdan di dest xwe de kirin qulp. Bi encamê dewleta AKP bi her awayî hewl da ku leshgeran ji sehneya siyasî bi dûr xîne û bizava dawîdana sherê çekdar bi PKK re bike. Di vî warî de ta radeyeke bilind bi ser ketî ye û lewma sebra wê li hember PKK/PYD ji ya hukûmetên par gellekî firehtir e, lê ew hîn jî ji PKK bi guman e û ditirse sher dîsa vegere û karê ta nuha hatî kirin bêsûd bimîne. Li milê din, Tirkiyeya ku heta bihîstina peyvên “Kurd” û “Kurdistan” ew dîn dikirin, nuha bûye nêziktirîn dosta Hukûmeta Herêma Kurdistanê (HHK)/PDK û malbata Barzanî. Tirkiye domandina karbidestiya kurdî li bashûrê Kurdistanê dixwaze, çimkî dît ku hebûna wê hukûmetê ji bo wê û berjewendiyên wê ne tehlûke, lê bi qezenc e. Bi milyaran sermiyanê shirketên ji Tirkiyeyê nuha li Kurdistanê hene û her du alî xaliyê sor dema serîlêdanan ji hev re rêdixin. Ne PKK, ne YNK û ne Goran ji vê nêzikbûnê hez dikin, lê di heman demê de hewl didn ku xwe jî nêzikîxwaz raber bikin. Li aliyê din, mijara Da’ishê li Îraqê bo Tirkiyeyê wek shûrekî du-alî ye. Serkevtina wê dikare li berjewendiya stratêjî ya Tirkiyeyê be, çimkî dê bibe sedema hevrikî û sherekî dirêj di navbera du welatên cînar de: Îraqê û Îranê. Encameke weha dê Tirkiyeyê li tevahiya herêmê û li ser sehneya navneteweyî bike dewleteke gellekî grîng. DYA û welatên rojavayî dê xwe ji Tirkiyeyê nêîziktir bikin… Lê serkevtina Da’ish ji bo Tirkiyeyê ne bêyî ziyan e jî. Heye ku ji bo hebûna Tirkmnan li Îraqê tehlûke be; heye ku bibe sedema bêtareke mezin li bashûrê Kurdistanê û welatên rojavayî neçare rêkirina hêzên leshgerî bike; heye ku gengesheya sebaret bi serxwebûna dewleteke kurdî geshtir bike; heye ku rast bibe bingeha dewleteke bi xîlafeta îslamî, ku dikare Tirkiyeyê jî bi ber xwe xîne. Lewma, Tirkiye ta radeyekê kerr maye, hewl didêye dengê xwe a nuha pirr bilind neke. Lê bivêt-nevêt Tirkiye endama NATO ye û neçar e bi Amerîka re hevkar bêt. Wekî ku gellek caran di dîrokê de bûye, biryara herî dawîn ya Tirkiyeyê dê bimîne dema xuyabûna aliyê serkevtî, çiqa têkbirina recîma sûrî yek ji amancên wê yên grîng be jî.

5: ISRAÎL

Israîl temashevan e. Amerîka li Da’ishê nede li berjewendiya Israîlê ye, çimkî domandina Da’ishê bêaramiya li dewletên bo wê neyar, hevrikiya di navbera welatine e’rebî li aliyekî û musilmanên sunnî û shî’î li aliyê din de, û bêhêzmayîna herêmê kûrtir dike. Ger Amerîka lê bide dîsa ne li dij li berjewendiya Israîlê ye. Bi kurtî, ew ne li dij lêdanê ye û ger jê bihêt xwaztin, ew ê alîkar be jî.

6: PARTIYÊN KURDAN Û KURDISTAN

Di vê qonaxa demî de Hukûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) û PDK ta radeyeke bilind bi hev û din ve girêdayî ne. Karbidestiya 50-50 ya PDK-YNK bi encama hilbijartinên par bi dawî hat. Çiqa Goran (Guhran/Guherandin), YNK, partiyên îslamî û alîne din di nav HHK de hebin û çiqa li herêmê parleman û dezgehên hukûmetî yên corbicor hebin jî, bixwazî-nexwazî serokê herêmê, serokwezîrê wê, serokê istixbaratan û gellek berpirsên shûnbilind di nav hêzên pêshmerge û di wezîfeyên din de ne tenê ji PDK, lê ji malbata Barzanî ne. Ji ber ku PDK ji aliyê siyasî û aborî ve bi hêz e, û bêguman bi encama bandorên din, ew nuha rêxistineke ji hinekên din nermtir e û bêtir bi tolerans e. Bi gotineke din, dixwaze hevkarî di nav rêxistinên Kurdan de hebe û tund-û-tûjî ji holê rabe, çimkî nebûna hevkariyê û hebûna tund-û-tûjiyê ji bo aramiyê bi ziyan in û nebûna aramiyê ne li berjewendiya PDK ye. Serkevtina Da’ishê li Îraqê tehlûkeyeke mezin e û dikare aramiyê, berjewendiya PDK/malbata Barzanî, mayîna HHK û destkevtiyên neteweyî têxîne nav tehlûkeyeke mezin. Lewma, telefonkirina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li dû reva hêzên îraqî ji Mûsilê û hatina Da’ishê bo cîhgirê serokê amerîkî John Baiden gellekî grîng bû. Da’ish nuha xwediya tank û topan, heta hinek helîkopteran bû, çekên di dest shervanên wê de ji yên pêshmergeyan pêshkevtîtir bûn û morala wan bilind bû, pêshmerge ji salan û vir ve ne bi sherên mezin lê bi parastina asayishê ve mijûl bû bûn… Bi dîtina min, ne dûr e ku birêz Barzanî gotibve Haiden, “Ger hûn zû tishtekî bo alîkariya me nekin, em ê neçar bibin wê alîkariyê ji Îranê bixwazin.” Divêt nehêt jibîrkirin ku alîkariya hukûmeta amerîkî bo Kurdan ji dostbûna bi aliyê kurdî re bêtir bi perjewendiya stratêjî ya amerîkî ve girêdayî ye. Di wê demê de ku hukûmeta amerîkî jiholêrabûna HHK naxwaze, ew her weha nikare/naxwaze çekên hukûmeta îraqî jê ne razî be bide aliyê kurdî. Lewma van çekan divêt bi rêya firrokxaneya Bexdadê biçin Hewlêrê û ew ê ji çekên îraqiyan bi xwe ne girantir bin.

Alîne kurdî li Herêma Kurdistanê bi xwe, û bêyî guman hinekên di nav PKK de, ji bilindbûna rola PDK/malbata Barzanî hez nakin. Lewma, kampanyayeke li dij dayîna çekan bo “barzanî” hebû. Alîne PKKyî ashkere yan nixamtî di vê kampanyayê de rasterast û ne weqa rasterast beshdar bûn. Ne dûr e ku YNK derbarê vê kampanyayê de alîgir be. Hevkariya YNK, li dû ku ji aliyê siyasî ve bû rêxistina 3yemîn, û li dû ku Goranê xwe ji PKK nêziktir kiribû, dest pê kir roj li dû rojê zêdetir bibe. Bêyî guman hinekên di nav YNK de dê weha texmîn bikin ku “bashtir e ew PKK (û bi encamê PYD jî) ji bo berjewendiya xwe bi kar bihînin. Bi dîtina min, ne mumkin e ku PDK ji vê hevnêzikbûna YNK-PKK ne haydar be. Heye ku ta radeyekê bi encama vê nêzikbûnê be ku PDK ta ji dest dihêt hewl dide bi PKK re nermrê be. Shanên li holê raber dikin ku PDK naxwaze fersendê bide YNK ku PKK hîn bêtir ber bi xwe bikishîne. Lewma, hem Mesûd Barzanî, hem Nêçîrvan Barzanî û hem berpirsên pêshmregeyan her hewl didine li hember PKK “zimanxwesh” bimînin, ligel hinek rûdanên ku bo PDK ne dostane bûn jî. Dema her sê alî, PDK li aliyekî û PKK û YNK li aliyê din, dixwazin xwe li hember hev piçekî gotinhishktir bikin, ew navê PYD bi kar dihînin. Di nav PKK bi xwe de jî, li Qendîlê, hinekên PKKyî xwe ji PDK nêziktir dibînin, lê a nuha hêz ne di dest wan de ye. Dîsa jî ew hewl didin ku neyarî di navbera her du rêxistinan de tûjtir nebe; heta bashtir dibînin ku di navbera her du aliyan de hevkarî hebe.

Beshekî ne biçûk ji Soranên bashûr ji malbata Barzanî hez nakin. Bi gotina hinek dostên Soran bi xwe, yek ji sedemên herî grîng ya veqeta Goranê ji YNK nêzikbûna rêxistinê, dema Celal Talebanî li ser xwe bû, ji malbata Barzanî bû. Lê li dû ku Goran bi encama hilbijartinên par bû hêza siyasî ya 2yemîn (çiqa YNK ji aliyê leshgerî ve bi kêmasî her hêza 2yemîn be jî) û li dû ku di nav HHK de bû hevpar û hevkar, siyaseta wê ya li hember PDK nermtir bû, lê birêkevtina nermbûna siyasî di navbera PDK û Goran de îcar bû sedema hishkbûneke di navbera YNK û PDK de. Bi encamê hevkariya Goranê bi PKK re ji berê kêmtir bû û YNK xwe bêtir ji wê nêzik kir.

Ev siyaset û nakokiya navxweyî ya kurdî bandora xwe digihîne peynweiniyên van rêxistinan bi dewletên herêmê û yên li derveyê herêmê re jî. YNK û karbidestiya îslamî ya îranî ji mêj ve ye xwediyên peywendiyên bash in bi hev û din re. Ligor hinek aliyan, bi encama zêdebûna alîkariya rojavayî bi “Hewlêrê” re, hukûmeta Îranê jî hebûna xwe ya leshgerî li herêmên nêzikî Sulêmaniyê zêde kir. “Alîkariya” her du aliyan jî li vir di bin siya tehlûkeya Da’ishê de ye. Lê HHK û PDK jî naxwazin karbidestiya îranî ji xwe ne-razî bikin. Ew jî hewl didin ta mumkin e razemendiya îranî bi dest xin, bi qasî ku YNK û Goran ji aliyê xwe ve bizava bidestxistina razemendiya Tirkiyeyê dikine.

Li Ewropayê û Amerîkayê va bû bêtir ji salekê ku kampanyayeke mzeinkirina rola PYD di sherê li dij Da’ish de heye, bi alîkariya PKK, heye ku YNK û alîne derveyî jî. Di van hefteyên dawîn de, bi taybetî di nav çend rojên dawîn de, ev kampanya gurrtir bû. Nimûne: “Hêza dikare li dij Da’ishê bi ser keve” [PKK/PYD]: news.com.au 10/09/2014// “PKK yeketiya Kurdan li dij Da’ishê dixwaze”: middleeasteye.net//JinênKurd yên li dij Da’ishê di Sher de Bibîne: NBCNews.com 10/09/2014//Shervanên Kurd yên Sûriyeyê bi serê xwe jî Da’ishê bi dûr dixine: Los Angeles Times 9/09/2014// 7000 jinên YPG dixwazin tev li hêzên pêshmerge yên li Sûriyeyê bibin û dij Da’ishê sher bikin: The Week Magazine û jimareke ji dezgeh û rojnameyên din (Ev ne gotineke ji çîrokên Shehrezadê yên 1001 Shevê ye. Fermo li wêneyan seyr bikin:http://www.nbcnews.com/storyline/isis-terror/meet-kurdish-women-fighting-isis-syria-n199821) … û bi sedan gotarên din yên di rojname û dezgehên navdar de, ji BBC ya brîtanî bigir ta Dengê Amerîka. Carine bi shêweyeke ashkere dayîna çekan bo gerîlayan ji dayîna çekan bo pêshmergeyan bashtir dihêt pêshniyazkirin, wekî di gotareke di bin du navên nêzikî PKK de hatibû iddî’akirin, ku “gerîlayên PYD ji pêshmergeyan bêtir shervan û xwedan tecrûbeyên sher in,” bo nimûne: BBC. Di raportên dihên belavkirine de rastî, nîvrastî û nerastî li nav hev dikevin. Di wêneyan de carine pêshmergeyên PDK dibin gerîlayên PYD, yan gerîla dibin pêshmergeyên li bashûr û her weha… Van gotar û raportan berdewam in.

PKK ne rêxistineke terorkar e. Bi kêmasî di nav 10-15 salên par de ne balyozxaneyên dewletan teqandine, ne firrokên navneteweyî revandine, ne jî xweteqer shandine çi welatane. PKK welatine rojavayî di nav lîsteya rêxistinên terorîst de ye, ji ber ku Amerîka ew xistiye wê lîsteyê. Amerîka ew xistiye wê lîsteyê, ji ber ku Tirkiye endama NATO ye, bi Amerîka re peymanên hevkariyê îmze kirine û dê PKK wek kevoka ashtiyê nepejirîne ta ku PKK bi tevahî dest ji çekan berdide. Çiqa serokê rêxistinê Abdullah Ocalan danîna çekan û derketina gerlîyan ji Tirkiyeyê xwaztibe jî, dewlata tirkî dizane ku PKKya çekdar li pash sînorên wê ye û dikare dema bixwaze vegere. Çiqa PKK û rêxistinên wê ne terorkar bin jî, mixabin hinek rêxistinên PKKyî di nav Kurdan bi xwe de totalîter û zorkarhêner dimînin. PKK bi xwe va demek e hewl didêye xwe heta ji navê “Partiya Karkerên Kurdistan” bi dûr xîne. Di bin durishma “demokrasiya civatî/ekolojî” de rêxistinê shaxên bi navên demokratî yên corbicor bi rê xistin. Rêxistin her bi hêz dimîne û di nav rêxistinên Kurdan de, sedem çi bin jî, hema-hema ya tenê ye ku dikare bi shêweyeke organîzekirî û bi otorîte bi hezaran derxe xwepêshandanan; dikare komên çekdar li herêmên cuda yên Kurdistanê bi hev gihîne û hema-hema ya dixwaze bike, wekî li “Kantonên” aliyê sûrî. Rêxistin nuha hewl didêye xwe bi rêya PYD bigihîne Amerîka û welatên rojavayî, wek hêzeke ku dikare sherê Da’ishê bike. Hinek kadir û hevkarên wê bi zîrekî û bêyî rawestandin bi alîkariya hinek aliyan li derve ji bo vê amancê kar dikine. Kampanyaya berdewam PYD wek “rêxistineke serkevtî ya karbidestiya 3 kantonan li Sûriyeyê daye dest xelkê û li wan kantonan parleman, serokwezîr û wezîrên jêhatî di kar de ne û demokrasî gesh e…” raber dike. Her weha wek rêxistineke xwediya hêzeke ku bi serê xwe li dij Da’ishê sher domandiye û serkevtî bûye. Bi ser de, PYD nuha dest pê kiriye xwe wek rêxistiuneke muxalefeta sûrî ya bi Artêsha azad re hevkar raber bike (http://civiroglu.net). Yek ji hêviyên ji van çalakiyan dê ew be ku Amerîka û welatên rojavayî PYD wek rêxistineke serbixwe ya bi hêz li Sûriyeyê, wek berpirsa Kurdan li wir bipejirîne û ji bo sherê li dij Da’ishê çekên giran bide wê jî. Ev stratêjiyeke gellekî zîrek û di heman demê de mentiqî ye, ji ber ku bidestxistina çekên giran ji aliyê Artîsha Azad de dikare di heman demê de di siberojê de serkevtina Artêshê li dij PYD hêsantir bike, lê ger balans hebe û wan çekan bi dest PYD jî kevin, encam dikare bihêt guhertin. Bihêzbûna PYD di heman demê de bihêzbûna PKK ya nû ye, PKKya ku ala demokrasiya civatî û ekolojî hilgirtiye, xwe wek tevgereke li dij zihniyeta avakirina dewleteke kurdî ya neteweyî û li dij bikarhanîna zorê raber dike; her weha rêxistineke ku amade ye bi gerîlayên xwe yên navdar li dij Da’ishê sher bike. Lê xewn zû bi zû û bi hêsanî ji boriyan nahên der! li vir pirsiyareke gellekî tehlûke dihêt holê: Gelo nêzikbûna PYD ji Artêsha Azad û îmkana ku ew bibe xwediya çekên giran bi qayîliya recîma sûrî be? Recîma sûrî bêyî guman ê li dij hevkariya rasteqîne bi Artêsha Azad re be, lê dê di heman demê de li dij wê yekê be ku PYD bi serê xwe bibe xwediya çekên giran. Ger nêzikbûna PYD ji Artêsha Azad û aliyê rojavayî ne bi qayîliya recîma sûrî be, ev dikare tehlûkeyeke bêhûde bo Kurdên Sûriyeyê bi xwe re wîne. Ligel hemî bêtaran jî, hîn bermîlên bi maddeyên teqînê dagirtî bi ser bajar û gundên Kurdan de neketine. Ger firrokên recîma sûrî wan bermîlan bi ser bajarên herêma Cizîrê, bi ser Kobaniyê, Efrînê û gundên bi wan ve girêdayî de berdin, malwêraniya mezin ew e. Lewma, ger dike nêzikbûneke rasteqîne di navbera PYD û Artêsha Azad de hebe, em hêvî bikin ku çekên li dij firrokan jî bo aliyê kurdî bihên dayîn! Û Xwedê xelkê hejar ji bermîlên ku ta nuha nehatibûn serîlêdana herêmên kurdî bipêarêze.

Ji bo mayîna herêma Kurdistanê li bashûr serkevtina li dij Da’ishê gellekî grîng e û ji bo mayîna hukûmeta herêma Kurdistanê û bidestxistina daxwazên ji hukûmeta îraqî hevkariya PDK, YNK, Goran û rêxistinên manî grîng e. Serkevtina demî ya Da’ishê dikare sûdê bigihîne bashûrê Kurdistanê û PKK/PYD jî, lê ger rûdaneke kesek ne li bendê ye cîh bigire, yan ger aliyekî kurdî li dij aliyê din têkeve nav lîztik û tevdêran, encam dikare ji bo gelê kurd gellekî bi ziyan be. Ji bilî herêma bashûrê Kurdistanê, mayîn û nemana herêmên kurdî li Sûriyeyê jî di nav tehlûkeyê de dimîne. Encama dawîn dikare ji bo Kurdên Sûriyeyê bi sûd be, lê dikare her weha encameke nemana wan be, ger aliyekî li dij wan û mayîna wan bi ser keve. Lê îmkaneke din jî heye: Domandina rewsha xirab ya bêyî hêvî û aramî demeke dirêjtir, ku dikare bibe sedema domandina leheya derketina Kurdan ji her sê herêman.

(Shahîn Bekir Soreklî: 12/09/2014)