Aqûbeta 2 Rojnamevanên Kurd yên DAIŞ’ê Revandibû Nediyar e

Spread the love

2 xebatkarên Televizyona Rûdawê ku yek ji wan peyamnêr Ferhad Hemo û yê din jî kameravan Mesûd Eqîl e ji 15’ê meha 12 ve di destê DAIŞ’ê de ne.

Herdu xebatkarên Rûdawê li ser rêya navdewletî ya navbera Qamişlo û Til Koçerê roja 15’ê Kanûnê ji aliyê grubeke çekdarên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û hîna aqûbeta wan nediyar e.

Li gor agahiyên Rûdaw belav dike, ev herdu rojnamevanên Kurd bi awayekî serbest û bê alî li Rûdawê kar dikirin û berî niha jî rastî gefan û zehmetiyan hatibûn.