Kordînatorê SAMER’ê: DAIŞ Xwe Wek Sîstemeke Xizmetê Dide Nîşandan

Spread the love

Navenda Lêkolînên Sîyasî û Civakî (SAMER) demek berê li ser avabûn, hurgilî û kiryarên Dewleta Îslamî anku bi navê xwe yê din DAIŞ’ê raporek pêşkeş kir.

Di rapora SAMER’ê de di encama lêkolînan de hatiye amade kirin de, li ser rastiya DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn, piştgirîya wê ya îdeolojîk û civakî û hevalbendên wê yên herêmî hatiye rawestîn.

Li ser vê raporê dawiya heftê jî li Stenbolê Konferansek hate lidarxistin û ji aliyê akademîsyen, rojnamevan û rewşenbîran ve gotûbêj li ser DAIŞ’ê pêk hatin.

Kordînatorê Giştî yê SAMER’ê Welat Ay, vê lêkolîna ku navenda wan kiriye ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Me wek navendeke lêkolînên civakî ya derveyî sîyasetê, xwest ku fahm bikin bê çawa DAIŞ di demeke wiha kurt de li Rojhilata Navîn bûye hêzek.”

Kordînatorê SAMER’ê metoda vê lêkolînê wiha rave dike.

“Me metodolîjyeke nû di vê lêkolînê de bikar anîye. Anku me xwest li şûna metodên welatên rojava; li ser bingeha dîrok, erdnîgarî û civakî ya Rojhilata Navîn lêkolînê bikin.”

Ew dide zanîn tişta herî balkêş di vê lêkolînê de ew e ku DAIŞ çawa di demeke kurt de bûye bersiveke civakî û ji Sûnî û Selefiyan piştevanîyeke mezin standiye.

“Raste ku DAIŞ wek hêzeke çekdar û terorîst e, lê ji xwe re sîstemeke deshilatdarî û rêvebiriyê jî ava kiriye ku vê jî weke xizmeta civakî dide nîşandan.”

Kordînatorê SAMER’ê bi bîr dixe, her çiqas veşarî be jî DAIŞ bi kompaniyên mezin yên cîhanî re kar dike û bazirganiya li ser sînoran didomîne.

Hêjayî gotinê ye, wê gotûbêjên konferansê yên li ser rapora DAIŞ’ê ligel rapora SAMER’ê wek pirtûk jî werin çap kirin. Salih Turan / Dengê Amerîka

ji bo guhdariya dengê raportê ji vir herin ser rûpela Dengê Amerîka…