Zanko Jimar 3

Spread the love

KOVARA ZANIST Û TEKNOLOJIYÊ “ZANKO” HEJMARA XWE YA 3’AN JÎ DERXIST

Kovara Zanko ya ku bi mijarên zanist, teknolojî, otomotîv, înternet, software û hwd. di nav 2 -3 mehan de carekê derdikeve piştî xebateke dûvdirêj hejmara xwe ya sêyem jî derxist.

Kovara Zanko bi tîmeke 35 nivîskaran hin bi wergerî û hin jî bi zanyarên vî karê zanistê, zanyariyan kom dike û wan di kovareke pir-mijar de derdixe.

Zanko heta niha 3 hejmar derxistine û temamiya wan hejmaran ji agahiyên zinistî pêk tên.

Di nav Kovara Zanko de bi dehan beş hene. Kovar bi du zaravayên Kurdî wek Kurmancî û Zazakî derdikeve. Dîsa beşa Zazakî ji heman agahiyên Kurmancî pêk tê, ew mijarên di vê beşê de ji bo kesên ku Kurmancî-nezanin hatine amadekirin.

Li aliyê din Kovar li ser înternetê wek online derdikeve û ew jî ji ber tunehiya derfetan e. Tîma Zanko niha ji xwe re sponsor digere ku di pêşerojê de xwe wek çapkirî derxîne.

Edîtoriya Kovarê bi Kurmancî ji aliyê Cûneyt Ewrareş ve, bi Zazakî jî ji aliyê Selepatî Nuwîskar ve tê kirin.

Herwiha Kovara Zanko li ser malpera teknokurd.com û zaningeh.net’ê tê weşandin. Li ser van malperan tevî weşandina kovarê, gotarên rojane yên derbarê teknolojî û zanista nûjen de jî cih digirin.

Ji Bo Dabarkirinê: teknokurd.com | zaningeh.net

bıxwine   dabar-bike