Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman da Berpirsê Nûbiharê Suleyman Çevîk

Spread the love

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Xelata Ziman a Feqî Huseyin Sagniç, ku dide kes û sazîyên ked û xebata wan li ser zimanê Kurdî heye, îsal da berpirs û edîtorê kovar û weşanên Nûbiharê Suleyman Çevîk.

Xelata Ziman ji sala 2005’an vir ve ji alîyê Enstîtuya Kurdî ve tê dayîn û Suleyman Çevîk wek kesê 10’emîn hêjayî vê xelatê tê dîtin.

Merasîma xelatdayînê roja Şemîyê li Stenbolê, bi bernameyeke taybet di salvegera damezirandina Enstîtuyê de birêve çû û nûnerên sazî û dezgehên sîvîl yên Kurdan lê amade bûn.

Serokê Enstîtuya Kurdî Samî Tan agahîyên li ser dîrok û damezirandina Enstîtuyê parve kirin û li ser xelatê wiha peyivî.

“Kurd ji alîyê bîr û bawerîyên xwe yên sîyasî û olî ve pirreng in. Yek ji wan rengan Nûbihar e û me jî xwest em xelata îsal bidin kedkarê wê kovarê, ku bi salan e xebatê li ser ziman û edebîyata Kurdî dike.”

Xelata Suleyman Çevîk ji alîyê Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Stenbolê Cesîm Soylu ve hate pêşkeş kirin.

Xelatgir Suleyman Çevîk ku berpirsî û edîtorîya Kovara Nûbiharê, ya ev nêzî 23 sal in derdikeve, axaftineke spasîyê kir.

“Nûbihar xwe weke medreseyeke modern dihesibîne ku dibe pirek di navbera kultura berê û îro de. Ez vê xelata ku jibo me hatiye dayîn, wekî îşareteke rakirina cudahiyên îdeolojî û sîyasî yên di navbera Kurdan de dibînim. Divê Kurd xwedî her çi nêrînên cuda bin jî ji hevdu hez bikin.” Salih Turan / VOA