Hejmara 4an a Kovara Zankoyê Hat Weşandin

Spread the love

Kovara Zanist Û Teknolojiyê Zanko Hejmara Xwe Ya 4an Weşand

Kovara Zanko ya ku bi mijarên zanist, teknolojî, otomotîv, înternet, bernamewarî û hwd. di nav 2 -3 mehan de carekê derdikeve piştî xebateke dûvdirêj hejmara xwe ya çarem jî weşand.

Kovara Zanko 3 hejmar li dû xwe hiştin û niha bi hejmara xwe ya 4’an derket hemberî xwînerên xwe. Kovara Zanist û Tekolojiyê Zanko di vê hejmara xwe de dosye û zanyariyên xwe berfirehtir kirine.

Ji dokûmantên rojane heta zanyariyên mayînde bi dehan mijar di vê hejmarê de cih digirin. Zankoya ku wek zanîngehekê dixebite bi beşên cur bi cur agahiyan digihijîne xwînerên xwe. Kovar bi du zaravayên Kurdî wek Kurmancî û Zazakî derdikeve.

Ji zanist, teknolojî, otomotîv, kompîtur, internet, biyolojî, kimye, fizîk û heta teknîka motorsîkletan bi dehan nivîs û gotarên xweş bi zimanekî sivik û bi Kurdî hatine honandin.

Herwiha di vê hejmarê de derbarê dehayê Kurd el-Dînawerî de jî dosyeyek hatiye amadekirin. Di vê dosyeyê de xebat û hewldanên vî dehayî bi hûrgilî hatine vegotin.

Zanko zêdetirîn valahiya zanyariyan tijî dike û li gor vê yekê tevdigere. Di nav vê hejmarê de jî bi berfirehî behsa otomotîv û endezyariyê dike. Yek bi yek serpêhatiya van teknîkên girîng bi zimanekî sivik xwe digihîne xwînerên xwe.

Herwiha Zanko derbarê siyanûr û perperokan de jî 2 gotarên hêja di nav xwe de dihewîne.

Tevî agahiyên biyolojîk ên kimyevî jî di vê hejmarê de cihê xwe girtine.

Li aliyê din Kovar li ser înternetê wek online derdikeve û ew jî ji ber tunehiya derfetan e. Tîma Zankoyê niha ji xwe re li sponsoran digere ku di pêşerojê de xwe wek çapkirî biweşînê.

Edîtoriya Kovarê bi Kurmancî ji aliyê Cûneyt Ewrareş ve, bi Zazakî jî ji aliyê Selepatî Nuwîskar ve tê kirin.

Herwiha Kovara Zanko li ser malperên natgeokurd.com, zaningeh.net û teknokurd.comê tê weşandin. Li ser van malperan tevî weşandina kovarê, gotarên rojane yên derbarê teknolojî û zanista nûjen de jî cih digirin.

bıxwine dabar-bike