Alî Akel: Tirkîye Naxwaze Kurd li Rojava Bibin Xwedî Statuyekê

Spread the love

Daxuyaniyên Misteşarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ferîdun Sinirlioglu ku gotibû, ‘Me li ser herêma bi ewle li Sûriyê bi Amerîkayê re li hev kiriye’ bûn mijara nîqaşan li bîragiştî ya Tirkiyê û cîhanê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê piştre bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku nûçeyên li ser avakirina herêma bi ewle nerast in û wê Tirkiye tenê ligel Amerîkayê piştgiriya parastina hewayî bide hêzên opozîsyona Sûriyê.

Nivîskar Alî Akel ji Dengê Amerîka re daxuyanîyên vê dawîyê û helwesta Tirkîyê ya ser Sûrîyê nirxand.

“Daxuyaniyên li ser avakirina herêma bi ewle bêhtir bi mebesta siyaseta navxweyî ya Tirkiyê têne belav kirin. Tirkiye dixwaze rastiya peymana operasyonên ser DAIŞ’ê ji raya giştî veşêre.”

Akel balê dikişîne ser ku Tirkiye dixwaze siyaseta xwe ya Sûriyê ferz bike û taybet jî naxwaze Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî statuyekê.

Akel bi berdewamî dibêje, mebesta Amerîka tenê têkbirina DAIŞ’ê ye û ew bawer nake ku Amerîkî li dijî mafên Kurdên Sûriyê bisekinin. Salih Turan / Dengê Amerîka – VOA Kurdish