Gotara Barzanî di Merasîma Salvegera Karesata Şingalê de (+Vîdyo)

Spread the love

Di merasîma Yekemîn Salvegera Karesata Şingalê (03.08.2015) de ku li bajarê Dihokê birêve çû Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî gotareke dîrokî pêşkeş kir. Barzanî soz da ku bi merdana ew ê tola êzidiyan bistînin. https://www.youtube.com/watch?v=OLktRyihzt4

Serok Barzanî li destpêka axaftina xwe de silav ji bo giyanê pakê şehîdên karesata Şingalê û wan Pêşmergeyên qehreman re şand ku bûne qurbanê bergiriya ax û nîştîman û behsa rola hêzên Pêşmerge ya li şikandina dijmin û azadkirina axa Kurdistanê li bin destê terorîstên Da’îş kir. Serok Barzanî di derbarê karesata Şingalê da ragihand, bi hindî Êzdiyan birîndar bûm her ji bo wê yekê min hest bi birîna dilê we kiriye. Êzdîxan jî temam nabê, ji ber ku temambûna Êzdîxanê bi wateya temambûna Kurdistane.

Serok Barzanî heman demî de ragihand li 20.12.2014 bû ku çûme ser çiyayê Şingalê û ji bo min wekî jiyanekî nû bû. Her wiha behsa rola wan qehremanan kir ku li çiyayê Şingalê da mabûn û bergiriyê kiribûn. Di derbarê azadkirina navçeya wê deverê jî ragihand, rêya Sînûnê û çiyayê Şingalê û dewrûbera wê bi xwîna Pêşmergeyên qehreman hate vekirin. Helbet ew Pêşmergeyên ku her li çiya mabûn û bergiriyê kiribûn, cihê serbilindiya gelê me ye.

Serok Barzanî behsa kêşeya cografya Şingalê kir ku berê jî bûye sedema rûdana karesatan, lê belê niha devera Şingalê bi Kurdistanê ve hatiye girêdan û sê rêyên serekî ji bo wê navçeyê hene.

Serok Barzanî li gotara xwe de wiha axifî:

– Tu demekî rondik û firmêskên Babe Şêx ji bîr nakim û min ji Babe Şêx re got: Bi hindî we êş û azarê dikêşim û birîndar bûm. Min jê re got: Êzdîxan temam nabê, ji ber ku temambûna Êzdîxanê bi wateya temambûna Kurde. Min sozê dayê ku giyanê xwe datînim ji bo azadkirina devera Şingalê. Serok Barzanî daxwaz ji xuşk û birayên Êzîdiyan kir ku bawerî bi xwebûna xwe bi hêz bikin û vir bi welatê xwe bizanin û dilniya bin ku paşaroja we heye û divê hêviya we bi hêz bê. Ewê li ser Êzîdiyan de jî hat dirêjepêderê karesatên dijî gelê Kurde û balkişand li ser bêserûşûn kirina dozdeh hezar Feylî û heşt hezar Barzanî û sed û heştih û du hezar zarokên Kurd kir ku hatine enfal kirin û ewê li ser Êzîdiyan da hat li ser hemû gelê Kurdistanê da hat.

Serokê Herêma Kurdistanê got, erkê me ye ku zêdetir girîngiyê bi Êzdiyan bidîn. Rûne ku bi dirêjahiya dîrokê li ruyê neteweyî û civakî ve karesat li ser Êzdiyan da hatiye û em eve dizanîn, dagîrkeran jî îspat kirin ku ne namûs ne exlaqa wan heye. Sozê jî da, ewên van tawanan kirine, li her cîhekî bin û heta yek kes ji wan mabê, li ser wan ve neçê, lê belê li rêya yasa ve, ji ber ku em merdan tola xwe dikin. Eve rewşt û exlaqê Kurde ku tola neberpirsane neke. Serok Barzanî di derbarê keçên Êzîdî ku dîl û esîrê destê Da’îş de ne got ku keçê Êzîdî sembol û hêmaya şerefa hemû Kurdekîne.

Her wiha ragihand, sedan şehîd û qurbaniyê ku bi navê Şingalê da me dane bi navê we bûye û got:

Divê Êzdî wê baweriyê bi xwe hebê ku ji dîn û ziman û nerîtên xwe da azad bê, bi wê hêviyê jî ne ku dijminên Êzdî bikevin bin pîyê Êzdiyan ve. Balkişand li ser wê yekê ku li hemû serdanên me yên derve û pêşwaziya me ya li şandên welatan de, me behsa Êzdiyan kiriye.

Serok Barzanî her wiha got: Bangewaziya hemû hozên Ereban dikin heta eger hevkar bin li azadkirina zarokên Êzdî da, ku eve bikin em vê başiya wan ji bîr nakîn, lê belê ewê destê namûsa me biribe, biçê her quncêkî vê dinyayê emê dev jê bernedîn heta tola xwe ji wan nekin.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de got: “Sozê didim ku heta yek kes ji wan tawanbaran mabê êmê tola xwe ji wan bikîn, lê belê eve li rêya xwe ve dibê. Gotina min ya ji bo birayên Êzdî eweye ku bi awayekî heremî nekevin nava vê tolhildanê bo ku karvedanên xerap dibê li ser hemû Kurdistanê û hem jî li we xuşk û birayên me yên Êzdî”.

Her wiha got: “Em li meydana şer tolê distînin, ew bi nemerdane êrîş dikin û tawanê dikin. Lê belê em li meydana şer tola xwe ji wan dikîn”.

Serok Barzanî behsa bi parêzgehkirina Şingalê kir û got: “Daxwaza min ji Hikumeta Herêma Kurdistanê eweye ji bilî wê qeyrana aboriya ku heye girîngiyeke taybet bi Şingalê bide û em hemû hewlekî didîn ku Şingal bibê parêzgeh”.

Li beşekî dinê axaftina xwe de spasiya şerwanên Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ew jî hevkar bûn ji bo parastina Kurdên Êzdî û rêya derbasbûnê ji bo xuşk û birayên Êzdî yên li çiyayê Şingalê vekirin”.

Serok Barzanî li dawiyê de got: “Wan gelek bi nemerdane şerê me kir lê belê em bi merdane şerê wan dikin û em hemû pêkve vedigerîn Şingalê”.

Hêjayî gotinêye berî destpêka rêwresmê Serok Barzanî serdana pêşangehekî wêneyî ya taybet bi karesata Şingalê kir ku her li cihê rêwresmê hatibû rêkxistin.