Hevseroka HDP’ê: Em Amade ne Beşdarî Hikûmeta Demkî ya Hilbijartinê Bibin

Spread the love

Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di hevpeyvîneke taybet de jibo Dengê Amerîka babetên rojevê û helwesta partiya xwe nirxand.

Hevseroka HDP’ê dibêje, “AKP û Erdogan jibo tola encamên hilbijartinê bistînin şer dane destpê kirin. Cihên ku şer lê hatiye gurkirin jî deverên ku HDP’ê hemû parlemanterên wê bi dest xistine ne.”

“Piştî ku li 7’ê Hezîranê AKP’ê deshilatdarî û Erdogan jî seroktî bi dest nexist şer jî dijwar bû û hate gurkirin. Lewra jî diyar e ev şer ji aliyê hikûmetê ve hatiye destpê kirin û qet nafikirim ku girêdayî ragihandina daxwazên gel yên rêvebiriyên xweserî be. Cihên şer ew bajar û navçeyên ku AKP’ê qet li wan deng nestandine ne.”

Yuksekdag piştgiriyê dide ragihandina xweseriyên demokratîk û li ser destpêkirina şer wiha dipeyive.

“Bi ragihandina xweseriyan re gurkirina şer û pevçûnan û ji aliyê PKK’ê ve jî dawîanîna agirbestê bûye sedema rûxanên mezin. Xweseriya Demokratîk yek ji nêrîna bingehîn ya polîtîkiya partiya me ye. Me demokrasiya siyasî li gor pîvanên cîhanî rave kiriye û em wek modela demokrasiya beşdar ku her kes tê de cihê xwe bistîne tarîf dikin.  Bi awayê xwecihî li ku dera Tirkiyê dibe bila bibe, divê mirov bixwe biryara xwerêvebirinê bidin. Li her derê Tirkiyê anku li Şirnexê jî li Îzmîrê û Stenbolê jî xweserî were ragihandin em vê rast dibînin. Lewma em nafikirin ku şer piştî ragihandina xweseriyan destpê kiriye. Daneyên berdest û wêneya ku em dibînin vî fikrê me piştrast dike. Serokomar Erdogan hê li dema kampeyna hilbijartinê biryara şer standibû.“

Yuksekdag balê dikişîne ser ku di hilbijartina pêşwext de bi ragihandina herêmên ewlekariya taybet re dixwazin li ser sindoqên hilbijartinê gûvaşê çêbikin.

“Hikûmeta AKP’ê û Erdogan bi vê hilbijartina ku wan ferz kiriye, wê her cure hîle û rêbazan bi kar bînin.  Lê em jibo vê amade ne û em ê jibo ewlekariya dengan û sindoqan bi rêxistiniya xwe ya gel bidin pêş. Gûvaşa li ser sindoqan li dema darbeya 12’ê Îlonê me dîtibû ku leşker li ser sindoqan bûn. Niha jî hikûmet û deshilatiyeke sivîl dixwaze vê rêbaza leşkerî pêk bîne.”

 Xanima Yuksekdag, li ser hilbijartina pêşwext û beşdarbûna HDP’ê di hikûmeta demkî de jî nêrîna partiya xwe bi me re wiha parve dike.

“Helwesta me pir zelal e, me ti carî piştî hilbijartinê li aliyê qeyranê cî negirt. Em niha jî heman helwesta xwe didomînin. Em xwe li hember gelê xwe berpirsiyar dibînin. Me gotibû em dikarin di hikûmeta hilbijartinê de cî bigirin. Di vê biryara me de ti guherînek tune ye. Me ti carî nexwestiye krîzan geş bikin. Ji 7’ê Hezîranê ve me got, em ne li dijî hikûmeta koalîsyonê ne. Em ê piştgiriya hikûmeta hevalbendiya AKP û CHP’ê jî bikin. Niha jî em dibêjin, di hikûmeta demkî de çi wezîfe bikeve ser me em ê beşdar bibin.”

Hevseroka HDP’ê her wiha dibêje, ‘Her çiqas em ji berpirsiyariya xwe ya beşdarbûna hikûmeta hilbijartinê narevin jî AKP dîsa naxwaze HDP di hikûmetê de beşdar bibe.’

Hevseroka HDP’ê beriya ku hikûmetek were avakirin ji aliyê AKP’ê ve şandina parlemanê ya pêşniyara qanûna destewerdana leşkerî li Sûriyê û Îraqê jî wekî revandina ji şewatê dinirxîne.

“Tezkereya destwerdana leşkerî bi feraseta ji şewatê mal birevînin şandin parlemanê. AKP dixwaze di vê rewşa aloz û nediyar de, bi lez û bez tezkereya Sûriyê bide pejirandin. AKP hewil dide berî hikûmeta demkî vê biryarê bistîne. Ev encama siyaseta AKP’ê ya ferzkirina şerê li herêmê ye.” Salih Turan / Voa Kurdish 

Ji bo guhdariya deng vê girêdanê bişopînin…