Hişyar Ozsoy: Dixwazin Me Wek Partiyeke Ne Meşrû Nîşan Bidin

Spread the love

Parlementarê Bîngolê (Çewlik) Hişyar Ozsoy dibêje, li gor tesbît û lêkolînên ku me li ser kuştinên sivîlan kirine diyar dibe, bi biryareke navendî teror li ser gel tê meşandin û hemû rêyên hevdîtinên aştiyê jî li ber HDP’ê hatine girtin.

“Em li Enqerê rapora kuştina sivîlên li bajarê Agirî Giyandinê pêşkeş dikin. Van rojên dawî li Kurdistanê kuştina sivîlan pir zêde bûye. Ev ne kuştinkariyên ji rêzê ne, îşkence li cenazeyan tê kirin û li ser xelkê sivîl tirseke mezin çêdikin. Mîna salên 90’an hin hêzên tarî yên di nav dewletê de dîsa dest bi kar kirine. Li ser kuştina 2 sivîlan Waliyê Agiriyê û Qeymeqamê Giyadînê dibêjin, ev rûdan li derveyî me diqewimin. Yanî hin tîmên taybet ên leşkerî hatine şandin ku vê terorê li ser xelkê pêk tînin. Diyar e ev biryareke navendî ye.”

Parlementarê HDP’ê diyar dike, ew tevî 8 parlementaran çûne lêkolînê li ser kuştina sivîlên Giyadînê bikin, lê Walî û Qeymeqam bersiva wan nedane ku dixwazin HDP’ê wekî partiyeke îlegal û nemeşrû nîşan bidin.

“Walî û Qeymeqam dibêjin, rewş aloz e û dixwazin HDP’ê wekî partiyeke nemeşrû nîşan bidin. Ew niha jibo armancên hilbijartina pêşwext serî li siyaseta ku partiya me terorîze bikin didin. Hemû rêyên ku berê bi mebesta hevdîtinên aştiyê vekirîbûn jî niha li me hatine girtin.”

Hişyar Ozsoy balê dikişîne ser ku Serokomar Erdogan pir zêde mûdaxilê siyasetê bûye.

“Rewş ne zelal e, lê serokomar jibo hikûmeteke li gor berjewendiyên AKP’ê ava bike, çi ji destê wî tê dike. Dema herin hilbijartinê jî wê derfet û çavkaniyên dewletê bikar bînin. Serokomar xwe ser hiqûqê û qanûnan re. Meşrûbûna hikûmeta ku ava bike jî mijara nîqaşê ye.”

Ozsoy bi bîr dixe, mafê HDP’ê yê qanûnî heye di hikûmeta hilbijartinê de cî bigire.

“Ger hikûmeta hilbijartinê ava bibe, mafê HDP’ê yê hiqûqî heye ku beşdarî wê hikûmetê bibe. MHP û CHP’ê gotin em beşdar nabin. Ev ji şirîkatiya hikûmetê wêdetir hikûmeta hilbijartinê ye. Partiya me jî biryar daye ku beşdar bibe. Em baş dizanin ku di vê rewşa şer û pevçûnan de ti fonksîyoneke hikûmetê nîn e. Biryara dawîkirina prosesa aştiyê û şer ji aliyê Serokomar û Qesrê ve hatiye dayîn. Jiber ku Serokomarî biryarê dide, beşdarbûna HDP’ê di hikûmeta hilbijartinê de jî ti bandorekê li ser vegera prosesa çareseriyê nake.”

Hişyar Ozsoy li ser biryara hilbijartina pêşwext û kampeyna HDP’ê jî wiha dipeyive.

“Em ê israra jibo pêkanîna aştiyê bidomînin. Çawa ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de me gotibû, ‘Em te nakin Serok’, vê carê jî em soz didin û dibêjin, ‘Em ê şer bi te nedin kirin’. Em ê bi her awayî hewil bidin ku maseya aştiyê jinûve bidin danîn.” Salih Turan / VOA Kurdish